cwanêk le cwanî to cwantir bê kwanê

dwa ewînim
From the Book:
Dîwanî Exol
By:
Akhol (1911-1988)
 1 minutes  1990 views
cwanêk le cwanî to cwantir bê kwanê?
çawêk le çawî to geştir bê kwanê?
bełam çibkem nazanim çon bitdiwênim
řû be řûy xot bîłêm û bîdirkênim
biłêm ey cwan le dwa temenî jînma
lenaw naxî diłî piř le ewînma...
le qûłtirîn cêya cêgey xot xoş kird
badey ’eşqêkî tazet be min noş kird
wa ser le nwê fêrî diłdarît kirdim
fêrî honraw, awaz û goranît kirdim
înca destim dawênit ey şox û şeng
bige firyam duçarî tom bebê deng
diłişkawim nekey diłim bişkênî...
zor giryawim dexîle nemgirênî
nałêm tawêk serim bixeme ser řanit
ya xwa nekirde maçî bikem lêwanit...
ya bişkênim tînwêtî lêw le lêwit
ya des berim bo baxî şekire sêwit
hêndem ewê carcareyek bimdiwêne
le dûrîş bê qed û bałat binwêne
ça û diłim piře le xende û nîga
bo řûnakîy naw gořekem betenya
ya hîç nebê cilwey çawit le çawma
bibê be tîşûyek bo ew dinya