dir byan aqlîm hiştim kih asimş tişkîl cidîd ast û padşah aynca asimş dil ast

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 1 minutes  839 views
îqlîm çarem bikerûn eda
wesî’ û diłkeş piř zer’ û supa
îqlîm řabi’ daro menfe’et
bew îqlîm û ca maçan şerî’et
yek şehir ce sîm waqî’en newca
meşhuren îsimş be ḧubib dunya
qesebe û qezaş piř emin û eman
merkez sułtan diłen her zeman
’eşq mecazî û ’eqił me’îşet
nefis ḧeywanî û mîḧnet û şuhret
ḧubib û buẍiz çenî tebi’ û teharet
emîn û řîqqet men’ û îşaret
şehir û qeseben new îqlîm û ca
yekser mulḧeqen be ḧubib dinya
sułtan zemîr ewca padşan
saḧêb tac û text, piř zer’ û supan
minacat mؤlif
be ’îzzet wêt ḧeyyî la yenam
sułtan çarem pey nefis nekey řam
ḧîfziş ke ne şeř îblîs le’în
neşano new mułk bezir kufir û kîn
ce qesd xeyrim tewfîq ker esas
ḧîfzim ker ne şeř şûm elxennas
«feqêPen name» pey terîq ḧeq biker qyam
ber muḧemmed bo selat û selam