minaz’ey mؤlif ba nifis xudiş û xita giriftin az xudiş

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 2 minutes  572 views
emma min ce kar qeder ḧeyranim
pey çêş min da’îm xane wêranim
ga waçûn efkar abam kerd ẍa’îb
pose bîm duçar derd û mesa’îb
gahê mewaçûn zumrey suleḧa
gişt bîn be ’îlley ’eddû mubtela
hem mûsa, mesîḧ, adem û yeḧya
hem şeys û hem nûḧ, lût û zekerya
xelîl û yûns, îdrîs û eyûb
sałḧ û şu’eyb, yûsif û ye’qûb
«mustefa» ce dest qewm kêşa elem
«murteza» ne ḧerb ’edû ne sitem
derd şehîdan seḧray kerbela
kes nedyen we çem ne tûl dinya
hem îmam mûsa cem’î seyîdan
yekser şehîd byen be tîẍ û zîndan
îmam ḧenbel şehîd bî ce ben
şafî’î fîrar ce dest duşmen
«řeza» y xurasan îmam heştem
şehîd bî be zehir ’edû be sitem
gahê mewaçûn ce eḧmeqanim
da’îm bey tewre ciger buryanim
gah waçûn ce bext nedarûn řeẍbet
gah waçûn ḧîrsim nekerd qena’et
«feqêPen name» ce hîçkam nekerî gile
perê eḧmeqît darîm edîlle
warîden ḧedîs «sîd albişirArabic»
herkes ce sorax karî kerd zerer
dûbare bew kar eger bî meşẍûl
eḧmeq ew kesen zelûm û cehûl
meger zehir qewm to çend car noşay?
çend derbederî û mîḧnetan kêşay?
pey qewm naçîz çend car bît zelîl?
nekerdî tobe nebît munfe’îl
ne be pend û nusiḧ ne be dar û gîr
ne be ’ehd û sułḧ ne be têẍ û tîr
ne aman be dam, ne kiryan çare
pey çêş be cayê nebît haware
ne řeḧim û mirwet ne wefaşan bî
ne ḧucb û edeb ne ḧeyaşan bî
er ne sîley řeḧim darî î’tîzar
terkiş sitemen hem yar û dyar
sa pey çêş în bar to cey me’reke
nawerdî be yad ew turk û terke
hem salim mebît ney bend û ’ezab
hem wey tewr xanet nimebî xirab
eger çenî qewm mebît muttefîq
xelasît mebî to ney mencenîq
yek tîmsalim hen perêt bawerûn
pey eḧmeqîy wêt îqna’it kerûn