çawî çepî padşa

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 3 minutes  993 views

le nizîk koşkî padşayekewe, bazařêkî gewre hebû. le tewawî wiłatekewe xełk lewê ko debûnewe şitumekî xoyan bifroşin. pyawêkî pîr gayekî hêna. gayekî zor baş bû. kiřyar lêy ko bûnewe. yekêkyan gutî:

- lalo! gayeket gay çake, be çendî dedey?

pyawe pîreke wełamî dayewe:

- deydem be çawî çepî paşa.

hemûyan le qisey kabray pîre seryan sûř ma. çon dewêrê wa biłê? eger padşa bibîstêtewe destibecê serî debřê. lew lay tirewe yekêkî tir lêy pirsî:

- gayeket be çende?

kabra dîsan wełamî dayewe:

- be çawî çepî padşa.

qiseke be tewawî le bazařekeda biław buwewe. padşaş bîstîyewe, fermanî da destibecê kabra bihênne lay. ke hênayan lêy pirsî:

- pîre pyawî çepî minit bo çîye wa gayekî awa başî pê dedey?

pîreke gutî:

- paşa lêm bibûre. min nazanim. kîjołeyekim heye herçîyekî bîłê natwanim diłî bişkênim. ew daway lê kirdûm gayekem bifroşim be çawî çepî padşa.

padşa pyawe pîrekey bereła kird û fermanî da kiçeke bihênin. her ew řoje kiçekeyan hêna. padşa gutî:

- boçî bawkitit fêr kirduwe lecyatî gayekey çawî çepî minî bwê?

kiçeke wełamî dayewe:

- çunke demwîst to bibînim. hîç fêłêkî dîkeş nebû bîkem ta min bang key.

- boçî detewîst min bibînî?

kiçeke gutî:

- ta pêt biłêm xełk lebarey towe çon bîr dekenewe.

padşa gutî:

- a dey! ba bizanîn!

kiçeke gutî:

- bełam eger tûře nebî.

padşa bełênî da. kiçeke gutî:

- xełkeke dełên padşa çawî çepî pê nawê.

- boçî wa dełên kîjołe?

kiçeke gutî:

- çunke ke dêne lat dadyan bipirsî, yan bo karêkî dîke dên, to ewanî gewre dexeye lay řastewe, hejarekanîş dexeye lay çepewe. hemîşeş be dewłemendekan dełêy ḧeqtane. leber ewe xełkeke dełên çawî çepit nabînê.

padşa tûře bû. fermanî da kiçeke ḧepis biken. dway çend řojî bîrî kirdewe kiçeke taqî bikatewe. daxo beřastî jîr û aqłe? fermanî da bîhênin. ke hênayan padşa gutî:

- a dey kîjołe! to ke ewende dezanî pêm biłê darayîy min bayî çendeye

kiçeke gutî:

- pêt dełêm. bełam eger çend řoj lejêr destełatî minda bî û herçîyekî deyłêm bîkey.

padşa gutî:

- başe ema, eger wełamî řastit nedawe serit debiřim.

- başe, darayîy to bayî mirîşkêke.

padşa neřandî:

- desbecê serî bibiřn! ewe gałte be min deka.

kiçeke gutî: dway ḧewtûyek detwanî ferman bidey serim bibiřn. êsta, padşa bextyar bê, min ferman dedem. paşan espardî padşa ḧepis biken û, hîç xwardemenîyekîşî nedenê.

dway ḧewtûyek çuwe bendîxane. leber pencerekewe mirîşkêkî birjawî be padşa nîşan da. padşa milî dirêj kird, qepî pya bika. bełam kiçeke mirîşkekey kêşa dwawe û pirsî:

- çendî pê dedey?

- hemû lîrekanmî pê dedem.

- keme.

- tewawî darayîyekemî pê dedem.

kiçeke gutî:

- min pêm negutî darayîyeket bayî mirîşkêke?

kiçeke padşay ber da. padşa tê geyşit kiçêkî zor ’aqłe. le koşkî xoy řaygirt ta tegbîrî bo bika.