ey ew kese ke mestî ẍirûrî be hatî kar

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2209 views
ey ew kese ke mestî ẍirûrî be hatî kar!
bew destî zore bidře peřoyek le karî «çar»
her çende xertelî, le piřê çerxî pencebaz
detka be bazî pencey «mîqado»y şikar
ya marî ser xezêne! bitirse ke gejdumê
bew nûke çizwe piř be demit ka le jehrî mar
zeřře tirîşqeyêke ke kêwê deda be bad
eşbaḧ ewende zore be kes nayete şumar
pes «ewropalî»! bes bigezin lêw, eme çye
japonyek muḧasere da çar dewrî çar
çarî qeder bizane nye, çende çarî wa
bê çare ma ke bû be du pençey qeza duçar
lem karûbarî çare yekê çare girj eka
wa tê geyştuwe ke her esbabe dê be kar
piř sîbrya, be bê mededî zatî kîbrya,
esbabit er heye, nye şayanî î’tîbar
herçî heye musebbîbe, baqêke fanîye
bendey yekê be, bes bibere ’ebdî sed hezar
meḧwîPen name çi kes menase, binase xuda û bes
zîkirî yekê ke, mare, meke basî çar û mar
lem çare pîse, mîlletî pakî muḧemmedî
der qel’e bê xuda! be ḧeqî cahî her dû çar