le ulkey ’îşqeda bê çûne ser dar

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3367 views
le ulkey ’îşqeda bê çûne ser dar
be asanî mezane bûne serdar
heye ger ’îşqî serdarî le serta
bike meşqê le waney çûne ser dar
’esayek destigîrî ême nabê
piřî em dare bê ger ser be ser dar
le ber darî ḧeda min bim, eto mest
de qazî ḧeq biłê to, ḧeq çi berdar
xoşî fermo çi mecnûn û çi mensûr
beşî ’aşiq dira her berd û her dar
ewî çû bo suraẍî, bêsuraẍe
xeber waye ke kes nabê xeberdar
witî: mîwey beheşte şî’rî meḧwîPen name
xuda nebřî le baẍim darî berdar