pişîle û kerwêşk

From the Book:
Koy Berhemî Qizilcî
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 1 minutes  918 views

pyawêkî werzêř le dûrî awayî şînawerdî kirdibû. boy nedelwa hemû řojê legeł jinekey biçête kar û mindałekanyan le małewe becê bihêłn. naçar koxêkî dirust kird û be xawwixêzanewe çuwe ser şînawerdeke. pişîleyekyan hebû ewîşî bird. be řoj pyaweke û jineke xerîkî kar debûn. mindałekan yarîyan dekird. pişîlekeş bew naweda dexulawe. be şewîş deḧesanewe û dexewtin. řojêkyan pişîleke le şînawerdeke dûr kewtewe. le şîwêk temaşay kird ewa kerwêşkêk le kunekey xoyda pał kewtuwe. pişîleke çuwe ber derkî kuneke. westa û gutî: «m...y...a...we» kerwêşkeke nałandî, serî kirdewe ser zewî û gutî: «ax negbetî! be xełkî seg deweřî, min be pişîleyekî natewaw.»