pênc xiştekî

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  822 views
ey nefis heway minałî ta key ebê le ser bê
ta key dirextî jînit le çake bêsemer bê
bo şarî koçî dwayî eto ke řêt leber bê
hêzit ke zorî çûbê û baqî leser sefer bê
namet ebê bo ewend bê xêr û piř le şeř bê
bo cem’î zadî çake be aşkira û nîhanî
le mezre’ey ’îbadet çen kes be řencî şanî
karwanî bê wiçanî bo řojî dwayî hanî
eweş be des betałî wek to be natewanî
řêy girteber ebê her damaw û quřbeser bê
bergî dirextî jînim ewney nemawe pêwe
berîdî bay xezanî nemanim wa beřêwe
axir be temełî çon ey nefsî bed le çêwe
mumkîn ebê birînî ew şîw û deşt û kêwe
řêye ke çen hezar sał be tûl û piř xeter bê
řê ke zexîre xwaze min be xetawe çî bikem
be barî bed řewştî û kołê řyawe çî bikem
be řûy zebûn û zerd û namey syawe çî bikem
bo kesbî toşe taze ’umirim nemawe çî bikem
çî bikem be řût û qûtî ke katî çûneder bê
xuda be cahî zatê ke şahî enbyaye
ke nûrî her dû çawî girohî ewlyaye
şehêke xoşewîstî cenabî kîbryaye
řicay ke bo necatî însan û cîn hîwaye
řojê ke řoj ewendey miblê leser beşer bê
xoş be le gişt gunahim le ẍefłet û qusûrim
be sehlî bênecê bom hîway be nirx û dûrim
řûnak û şad ke sîney tarîk û bê sirûrim
dił wa le cîluda bê be pertewî ḧuzûrim
ke şewqî sed beraber be şu’leyî qemer bê
bay weştî cûdit hełke ba boy «qinutArabic» nemênê
hewrî kerem be nałey tereḧḧumo bihênê
mujde be berqî îḧya le dêmî dił bisênê
feyzanî şestî feyzit sewzey ḧîkem biřwênê
xermanî deẍlî ’îrfan be pît û piř le feř bê
nefsim be întîzarî mujdey necatî toye
çawî le řêy hubûbî sebay hîbatî toye
quwetî qûtî eḧmed be îltîfatî toye
yanê be bezlî fezłî mûçey beratî toye
umêdî wa be toye baẍî hîway be ber bê
faḧşirnî ya alhî fî zimirة alkiramArabic
tiḧit lwa’ min qid sad ’ilî alaٔnamArabic
û atînî alusul bicmilة almiramArabic
minha ẍida nizulî baٔrifi’ alimqasîArabic
baẍatî xoş û diłgîr qesrî le zîw û zeř bê
balişkir û alsina’ û ḧimdik axtitamArabic
sim ’ilî alinbî alsilaة û alsilamArabic
û alal walzîn qid amniwa û qamwaArabic
linsirh û cadwa bichidihim û damwaArabic
heta neman eweş wa peyřewî pêẍember bê