sebebî wisûl

«rizqina alilh ayah walqibul bicah ḧizirة risul»
From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 2 minutes  483 views
bełam bo wisûl be ewcî e’la
şerte «texelّwiqArabic» be exlaq «alilhArabic»
çun ger le beynî dû kesa nisbet
her nebê dostî meḧałe ełbet
qaymtirînî řiştey ’elaqe
le bo meḧebbet qurbî exlaqe
’arfê carê řêy kewte çołê
řwanî bazêk û qelê le dołê
pêko ewestin pêkewe eřon
legeł yek enûn dû be dû exon
be dewam bîrî lê kirdinewe
boçî le yektir cya nabnewe
axo ulfetyan ḧîkmetî çîye
xo îttiḧadî nu’yan nîye
ke dîqqetî kird lem baz û qele
bînî her yeke pêyekyan şele
witî le beyna îttiḧad ełbet
le wesfa hoye le bo meḧebbet
le baz û emca baz de bo emla
«qil û lilh alimsil ala’laArabic»
def’eye fermûy řesûlî ekirem
sêsed xulq heye bo xuday ’alem
legeł îmana yekê lewane
le her kesa bê cêgey cînane
yarî ẍar fermûy lewane qurban
le nefsî minda mewcûde hîçyan
le cwabî ewda şahî dîn fermûy
le nefsî toda mewcûde hemûy
boye weqrey girt siřiř le sîneyda
şuhûd neqşî best le ayîneda
bê siřiř neyfermû seyîdî wesîq
ger bikêşraye îmanî siddîq
legeł îmanî erz hemû
her îmanî ew řacîḧtir ebû
le ewlyaşda ekmel ewanen
daray ew siřře û ew řewştanen
bełam em řêge rêyekî waye
payanî dûrî û zeḧmetî naye
çen kejî sext û byabanî çoł
çen badyey kirk tin û şîw û doł
çen beḧrî bê pey lew beynedaye
çen řêy xeter û dił be tenyaye
herçend ḧeqîqet řêgey wisûle
emma cêy tirsî diřinde û ẍûle
her zor muşkiłe be tenha derçûn
le řêy wa dûr û piř beła û tun tun
řêgey ser biř û asan û emîn
legeł serkirdey qafłey yeqîn
tund desgirtine bew ḧełqe kewa
silsiley ḧełqe ta xatem eřwa