seretay basî ewlya

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  550 views
herçend em beḧse ḧeqqî min nîye
ame ’a’îdî ehlî me’nîye
nek min her tenha le me’na dûrim
her tewaw xatî û ehlî qusûrim
bełam îmanim waye bewane
herçî der ḧeqyan witrawe wane
minîş herçêkim bîstibê we ya
dîbêtim be xet bas ewlya
eynûsim lêre herçî bizanim
ke minasîbe ewey bitwanim
şayed be bezłî neqdî hîmmetyan
be fa’îz bûnim be bereketyan
qełem bê beser kaffey me’asîm
řûnak bêtewe diłekey qasîm
behoy nîşaney daxî nîsbetyan
be ’etrî gułî baxî nîsbetyan
diłxoş leweřî merte’î xoş bê
daym demaxî bê axîm xoş bê
bikewme dwayan bem nexte zade
bo syaḧetî saḧey se’ade
zahîren bêhoş me’nen xeberdar
«sidur alḧirar qibur alasrarArabic»
bełam şa muḧtac ehlî dinyaye
dinyayş la welî wek eme waye
ger şehryarê weha peyda bê
umûr her le çing şexsî xoya bê
kesêkîş tenya nanêkî pê bê
şexsê bê hîçkes nezanê kê bê
bo mewachey şay piř meymenet
řoyînî le bo qapî sełtenet
lewê segêkî zelamî ’ecûl
westabê men’î bika le duxûl
xêra nanekey bo bixa û betaw
le çingî derçê be yek dû hengaw
bigate ḧewşî emin û řefahî
lewêş serkewê ta qesrî şahî
îcazey bidrê bêřenc û mîḧnet
bo talarî xas erkî sełtenet
lewê ke na’îl bû be mulaqat
newaziş kira û «minisbArabic» y bo hat
zorî pêneçû be emrî sułtan
xira jîrdesî umûrî cîhan
ca qet hîmmetî la’ekatewe
lew lete nane bîr bikatewe
biłê ke hatim nanêkim pê bû
çon dam bew sege le çingim derçû
herwa lay ewe ehlî ’îrfane
dinya seraser yek lete nane
şeytanîş segî qapî xudaye
bo men’î duxûl lew derke daye
zeḧmete legeł nanî cîhana
řê bida serkeyn bew astana
emma ew kese hîmmet bułend bû
dinyay bo xist û merdane derçû
geyşte ḧewşî kewkebey şahî
ḧesarî hoş û derk û agahî
gułzarî esrar baẍî ceberût
le bîrî birdo zîndanî nasût
lewêşo le bo meqamî lahût
serkewt bo seraperdey melekût
na’îl bû be ewc mesendî e’la
mest bû be badey ’eşqî tecella
řuxsetî dira le sufil û ’ulwa
be tecrîdî řoḧ le cesed biřwa
le xezney esrar şad bû be îdrak
cewahîrî řoḧ enbya û emlak
be dinya be ḧeq be nanê be şa
geyştin nîsbet her nîye ḧaşa