beşer nûstuwe mird bexeber dê

ayḧib aḧdikim an yakil liḧim axîh mîta fikirihtimuh
From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 2 minutes  517 views
to wa bizane le zemanî zû
sułtanê kuřê taqaney hebû
kuřêkî necîb cwan û bacemal
famîye û zerîf temen hejde sał
wa řêkewt carê řoyşit bo sefer
dîbûy le řomaLocation kiçêkî qeyser
legeł bînînî be yekem nezer
’eşqî ew kiçey bêḧed çuwe ser
hatewe wextî zor beser nebird
ḧałî xoy le bo bawkî beyan kird
qeyserîş pirsî kird be kiçekey
eger bew kuřet bidem ḧez ekey
cwabî dayewe ke pêy řazîye
emcare ewîş kiçekey daye
wextê ke îşî gişt biřayewe
bawkî kiçekey bo gwêzayewe
kuřeke şewê şerabî noşî
qesdî kird bo lay kiç be serxoşî
ta beynê řoyî dî řûnakîye
řûy têkird gwaya hodey bûkîye
çuwe jûrewe û seyrî kird yekêk
lêy řakşawe leser doşekêk
kuřîş be xeyał mestî û serxoşî
destî le mil kird be xoyu goşî
demî le dem na lêwî hełmijî
tund destî ałand be zułf û qijî
bem fikire ke em ’areq û awe
wa be řûyî bûk û ’etir û guławe
ta tilû’î kird her bew xeyałe
ew kuře mawe leser ew ḧałe
ke tilû’î kird hoşî hatewe
xwa le hîçkes wa řoj nekatewe
bînî ke em cê û a em ’erûse
mirdûy ke neştey xeylê mecûse
xoy dî serapay gişt hełkişawe
le xwên û zux û lîk û řişawe
ew hełmijîne ke pêy guław bû
gişt řişanewe û lîk û zuxaw bû
debê le qîza memre le tawa
ke xot bibînî le ḧałî awa
dîsan le ’eynî em ḧałe perta
şa û destey e’yan gişt bên beserta
le dinyaş herçî le şehewate
ḧeram bê û bîkey wek ewe wate
ẍeybetit kirduwe ya gwêt girtuwe boy
ke mirdî goştî mirduwe eyxoy
meger be tobe necat bê le des
şûmî bedxûyî û cezay kirdey nefis
ya ribna albir aḧsin alînaArabic
wamḧ zinbina û tib ’ilînaArabic
û firc ’ina alkirb û alziḧmihArabic
watna min lidink riḧimhArabic