em ’esre ’esir û weqte le bo facîrê le hîç

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3552 views
em ’esre, ’esir û weqte le bo facîrê le hîç
dînî neka wîqaye, ḧeya neygirê le hîç
dinya be kamî hîç kesane hemîşe dem
hîç ełbete be hîç demê nabřê le hîç
dinya ke hîçe, cumle dezanin, keçî çi kes
merdane bo xuda nye des hełgirê le hîç
ta ser nebote go, de le dinya de to şeqê
her em şeqe be kare ke wa hełdirê le hîç
maçî demî le kełkełema bû, çi xoşî wit:
qirim, ey esîrî wahîme, xoş nakirê le hîç
dem nadyar û nazî qisey piř be deşt û şar
dinyayek awî zîndegî û derxirê le hîç
mecnûne şahî ’îşq û byabanî barega
ahî, deka hemîşe be pa çadrê le hîç
dîqqet ke, ẍeyrî řuşteyî can û myanî yar
řuştem nedîwe, meḧwîPen name emin, badrê le hîç
çawî kewê ke bem ẍezelem duřşinasî şî’ir
kê bê dełê emende guher wergirê le hîç