xelasî bûnî qet nawê esîrî zułfî zincîrit

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3786 views
xelasî bûnî qet nawê esîrî zułfî zincîrit
le ber tîrit, melek bê, hełfiřînî nebuwe nexcîrit
mujet qullabî gîra, zułfî diłgîrit kemendi’asa
meḧałe ber girê ya ber bibê kes kewte ber gîrit
le nawa basî tobey to bû emřo ey sitemger şox
bixe em tobe paşî kuştinî min, to bî û pîrit
be dengî nałewem hat, ew deme řoḧ hate ser lêwim
biłê: ey nałe, axir êste min çibkem le te’sîrit
le çînî perçema nûrî cebînî dî, witî zahîd:
ke sûta damî tezwîrim be nûrî damî tenwîrit
fezîley esił û fesił însanî pê nabê be saḧîb feził
ke to kosey, be to çî mame řîşî bab û bapîrit
le xakî pakî ew berderke da gewza řeqîb, aman
derî ke, ḧeyfe gûr asin xesaret da le îksîrit
le ber barî meḧebbet asman û erz enałênin
çye em de’wîyet zahîd, cilî lê bare gapîrit
şukir meḧwîPen name ke wa muddêke nawî çûbuwe nîsyan
le zumřey we’dî kuştin hatuwana hatewe bîrit