nimûney tirîş

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 2 minutes  616 views
em kewne ’îlme û «tifkirArabic» derse
mewzû’îş nasîn xway «aqdisArabic» e
le hemû dersa mîsalê wehay
hênawe bewe řê berîn bo lay
heye me’dûmê mewcûd numaye
be’zêkîş mewcûd nabûd numaye
ew gêjełûke ke dêt û eřwa
ebînî xaşak bo xoy xul exwa
em toz û xołe kewa dyare
le xuldanî xoy bê îxtyare
«muḧirّkArabic» lewa ḧeqîqet baye
ewîş letîfe û le bînîn naye
wa ba mewcûdî nabûd numa bû
xołîş me’dûmî mewcûd numa bû
kewnîş هەەر wekû ew xołe waye
«muḧirّkArabic» mexfî me’lûm xwaye
cewley «tifkirArabic» bem meydanane
le wesa’îlî quwey îmane
’aqił ger bêt û bewrdî nezer
lem kewne berza bika seraser
lêy me’lûm ebê eme bêguman
qesrêke xarîc le hemû nuqsan
řêkxirawe puxt le hemû endamî
xałî le ḧîkmet nîye hîçkamî
bełkû zeřatî hemû natîqe
ke sudfîArabic nîye xawen xalîqe
ey nîhan be zat be bexşîn dyar
to wekû awî ême aşî kar
to be çeşnî bay ême wek ẍubar
ba nîhanîye û tozî aşkar
řûy şu’ley řojî kemałî îman
be dayîm bixe ser zewîy diłman
her diłê ke řûy keç bê lew xore
tarîke dayîm afatî zore
bîhêne desman kirdinî herçî
xêre û meḧfûzman bike le keçî
dîlî delîlman meke dexîle
bê nûrî mîhirit delîl zelîle