serincêkî taze le bûnewer

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  636 views
ême ke e’zay xoman nezanîn
çi fikirê bikeyn le eczay zemîn
ya le xelqî ew ḧewt asmane
ke dûr le derkî ḧewasmane
beẍeyrî şînî û geşî estêre
çaw le bînînî baqî tir kwêre
«nurîy aybirahîmArabic» heta «mûqînîynArabic»
ger bîxwênîno baş ḧałî ebîn
ke melekutî erz û asman
ẍeyrî eweye dîwye ḧewasman
herçî ke derkî êmey pê bigat
ḧeywanîş bêşk ewe ḧîs ekat
wa êmeyş legeł ḧeywan şerîk bûyn
le řutbey ’îrfan terd û terîk bûyn
ḧîkmet le xelqî new’î însanî
ewe bû êmeyş wa nemanzanî
bełam mecmu’î ewza’î yekser
wazîḧe û ’eyan bo ehlî nezer
yanî ewaney me’rîfet darin
«xwasî ẍwasArabic» beḧrî esrarin
hemû efermûn ew gişt estêre
gewa nayene řîzî jimêre
kamyan zor biçûk le gişt kemtire
heşt keřet le erz «mu’ezّemArabic» tire
zewî leçaw ew řoje bułende
kemtire seduşest û ewende
řeng û sûretyan le yek tir cyaye
le hemû şikił û řengêkî tyaye
xolase řeng û şikłê ke lêre
heye mewcûde le naw estêre
hendêkî wek guł hendê wek mîzan
hendêkî wek şêr hendê wek însan
řengîş wek sûrî û sipî û řonyasî
şînî û pemeyî û řeşî û «risasArabic» y
şikłê ke legeł şikłê nizîke
le yekê tiryan dûr û terîke
ya şînî mesela nizîk be sûre
legeł řengî tir mesafey dûre
ḧîkmetî abem wezi’ û wez’ane
me’lumî nezer ehlî ’îrfane
wesfî ’îrfanîş bo kesê nabê
ke her le ḧałî ḧeywanîya bê
ebê wîs’etî felek kame bê
ke merkezî gişt em ecřame bê
seyrî em řoje çend serî’ řewe
mesafey dewrey yek řoj û şewe
bo çoł bûnî cêy be yek ḧereke
seduşest ewney řojî gereke
boye ḧezretî řesulî celîl
ke le bo zewal pirsî le cîbrîl
«hil zalit alşimsArabic» fermûy «la ni’imArabic»
fermûy ewe çon witî ’erizit kem
le « laArabic» we heta ewełî «ni’imArabic»
pênsed sał řoyî řoj bê zyad û kem
me’lûme çunke her leḧze ebê
biřwa be mawey panî kewkebê
çun zeman tilû’ ewweł cuz’î kew
ke be heta dê axir cuz’î ew
be wirdî hergîz nayete beyan
bo kes çonîyetî wez’î asman
kewabû lewla serfî nezer ke
temaşay ednay gişt gyanleber ke
kemtirî hemû ke mêşûleye
kem curim û cuse û zor biçkoleye
her wek bêḧecim û xwar û zelîle
leser hey’et û qyafey fîle
be xirtumê tîj barîk û kilor
xwên le gamêş û ga emjê be zor
bew nexte ḧecmo ke pêy dirawe
me’îdey le bo dirust kirawe
daray maske û cazîbe û diłe
pelî bê ejnoyş lewa ḧasłe
le derûnyaye hêzî manî’e
quwey ẍazîye û hezim û dafî’e
pêłû ke dayîm çaw seyqel dere
çawî bê pêłû cîgey xetere
çûn çawî wirde mêş bê pêłuwe
xwa be corê tir çarî fermuwe
temaşa ke çon be hemû ḧałê
be her dû destî çawî emałê
her çend wekû fîl dirust kirawe
bełam dû bałî zyad pêdrawe
tê bifkire lem de’ba biçûke
legeł eweşa bê wezin û sûke
ezanê behoy mezeretî xoy
nawestê eger destit bibey boy