nimuneyekî tir (bîr le řêy tekamulewe)

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 2 minutes  637 views
bê temaşa ke le řeḧmî xuda
sawa ke wextê wa le řeḧemda
herweha dêt û le gewrebûne
řeḧemîş teng û tarîk û tune
çon ew mindałe hîdayet eda
ke ḧewlî derçûn lew cêge bida
ser şoř ekato wek ehlî şi’ûr
paşî be ’eksî pêşûy berewjûr
řêy derçûnî xoy edozêtewe
ew ca le daykî cwê ebêtewe
ca çunkê cîsmî lîq û ze’îfe
muḧtacî xorak nerim û letîfe
lem berewberî sîney ew dayke
boy hełwasîwe xwa dû memke
hemîşe her dû piř le şîrî saf
le bo tîfle zyatir le «kefafArabic»
bo ewe kewa demî lê gîr ka
bitwanê be mij çak celbî şîr ka
be tîbqî demî dû dane gopke
daynawe her yek leser yek memke
her gopkeyekîş çend kunî tyaye
cêy pya hatnî şîrî sawaye
ne ewende wasî’ şîrî lê biřjê
ne ewneş biçûk ke le boy nemjê
seyrêke çon xwa pêy efamênê
ke memke bigrê û şîr bimjênê
tenha her şîre xwardinî minał
ta quwe egrê be muddey dû sał
bew beyne hêzî le bo xelq ebê
goştî pitew û êskî řeq ebê
jyanî îtir be şîr meḧałe
muḧtacî xorak kuław û kałe
ewanîş muḧtac be dan û xirên
çunke bê cwîn zeḧmete bixurên
biřwane ke çon xelaqî ’alem
dan û xirêy řêk bo řwan le dem
wextê gewre bû lanakatewe
lemane serê bîr bidatewe
bizanê ke hoy xelqî xoy çîye
dêwane asa pêy metłeb nîye