beyanî kemê le sûdekanî řoj

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  929 views
wa feřşî xakit baş bo daxra
ewey pêwîste bot dirust kira
bełam çî ekey to be tarîkî
me’lûm muḧtacî «aktirîkArabic» y
ca legeł ’îbret serit hełbiře
perdey efkarî jînit dadře
biřwane bo em giłope cwane
dûr û nizîkî le la yeksane
ne muḧtac be řon ne be benzîne
daym kar eka be bê mekîne
ne dûkeł egrê pak bikirêtewe
ne hergîz eşkê çak bikirêtewe
ne ewende nizîk ke kes bibirjê
ne hendeş dûre serma bîkujê
hoy wişk bûne bo «mirtibatArabic»
zyad le endazey ḧeywan û «nibatArabic»
«fisulArabic» y şał û řoj şew her dû
le ḧerekey ew tewlidyan bû
le wez’î řoj û şew le întîqal
peyda bû boman her çwar fesłî sał
hemû nîzamê nema ta jyan
çandinî tû û dar û dirextan
pişkutnî guł teqînî kanî
řwanî deẍił û berhemhênanî
çend sûdî tirîş ke bê jimaren
be hoy gerdiş û sûřî em çwaren
biłê bew kese ełê em erze
«minfisilArabic» buwe lew řoje berze
paş kujanewe le «astinqa’Arabic»y
be «titurArabic» y xał û ewza’î
peyda buwe em şet û deryaye
em ḧeywanat û dirext û gyaye
eger le xwawe pêt waye ełbet
«fitqinahmaArabic»t kirduwe be «ḧicitArabic»
wer le xotewe wehimit wacuwe
ya le pêşînan wehat bîstuwe
wehmî petyaret petî çiřîwe
esłîşt kewnî her weha dîwe
ey řoj ey hewa û «acramArabic» y giran
key bûn le çî bûn çon dirust kiran?
em řoje yekcar zore «xwasArabic»y
kemêkî nebê baqî nanasî
derecey germîy waye te’sîr ka
kemê le awî derya «tibxîrArabic» ka
hewa serî xaw koy bikatewe
dîsan be awîy řoy bikatewe
beser kej û kêw şîw û zewî û zar
bo jînî deẍił û dirext û gułzar
ca biřwane bo em hemû sûde
ke le «mifazeArabic»y «kunArabic»a mewcûde
germî be řoj dan aw «tibxîrArabic» kirdin
be hêzî hewa tem û mij birdin
ko bibêtewe û serkewê be taw
bo çînî serdî hem bibê be aw
ko kirdinewey û serxistinî bo
tebeqey serdî be aw bibêto
bêtewe bo erz le çînî berzî
be nermî û wirdî legeł «ticzîArabic»
sera û şîw û kej be guł nexşîn ka
hoy jînî çîn çîn řoḧ leber şîn ka
her yek le cêy xoy eda şehade
le ser xalqî saḧêb îrade
ke em nîzame piř le ḧîkmete
derçûy karxaney ’îlim û qudrete