mewlûdname 4

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 22 minutes  1075 views

xudawendî ’ezîmuşe’in, adem û ḧewway be ẍeyrez darî genmî, le hemû çêştê îzin da. ke ew ḧałey dî şeytan, kutî: debê be adem û ḧewway bikem zellan. hat biçête beheştê qebûłî nekird rîzwan. kutî: mel’ûn kêwe deçî? beheşt ḧerame le to û le cemî’î kafran. be’dez’an degeł marî best ’ehd û peyman. de naw zarî marî xoy kird pînhan. çuwe naw beheştê hîç agay lê nebû rîzwan. şeytan xoy hêna ser şikłî sałḧan. řojêkî le řojan adem û ḧewwa le naw beheştê degeřan. deyan kird soḧbet û seyran. le bin darî genmî dîtyan yek danîştuwe be ziman, deka zîkirî melekî mennan. degełyan kewte qisan. kutî: boç lew darey naxon çen luqman? kutyan: nehî le xwardinî ew darey kirduwe xudawendî řeḧman. kutî: engo feqîrin û hîç nezan. nawî ew darey «şicirةalxiludةArabic»e. qesem be zatî eḧed, emin nasḧêkî emînim bê ḧesed. her kes lew darey bixiwa le beheştê da debê muxelled. ew car mel’ûn, heftad def’e swêndî bo xwardin be xudawendî eḧed. ew car te’sîrî lê kirdin weswesey şeytanî bed. xwardyan darî genmî. nûrekan çûnewe pişt ademî. řût û qût kiran, le beheştê fiřê diran. çunke ḧewwa zû hełxełeta bû bo xwardinî darî genmî, ewîş dabûy teḧrîkî ademî. boye jin mubtela bûn be ḧeyz û nefas. be giranî wez’î ḧemil. be mêḧnetî we’de û nuqsanî mîras. be şahêdî dîn û kem ’eqłî. be meḧřûmî le cum’e û cema’at û ẍeza. be nebûnî hîç pêẍember le wanda.

ke ademyan le beheştê hawîşte xwar. le şerman neynořîye asmanê çi car. kirdye giryan û şîn û hawar. le ber awî çawî řoyî coge û řûbar. ta piştêndê le qořê da çuwe xwar. ney mabû xwardin û xew û sebir û qerar. «tiqdîralilhArabic» serî bilînd kird yek car. dîtî le pêçkî ’eřşî cebbar. nûsraye nawî miḧemmedî muxtar. degeł nawî pakî perwerdigar. gutî: ya řeḧîm û ya ẍeffar. be ḧeqî miḧemmedî nazdar. xoş bibî le gunahim. řeḧmê bikey be şîn û giryan û ahim. fermûy xudawendî qeyyûm be xatrî miḧemmedî, ewe le gunahit xoş bûm. eger miḧemmedit kirdiba şefî’î cemî’î gunehkaran, meẍfîretim be ser da debarandî wek baran.

be’dez’an cubře’îlî xoş menzer. be quwetêkî temam ademî le nêw quřê da hêna der. le ser kêwî ’eřefatê da nasyewe ḧewway nîkmenzer. nûrî ḧezret le piştî adem çuwe reḧemî ḧewwa. şîs lewî bû zahîr, ’ehd kira ew nûre danenên îlla le memleketêkî pak û tahîr. pişt be pişt, reḧem be reḧem ew nûre pake hate xwarê be pakî. ta geyîye piştî ’ebdûłłaPersony babî. řeḧemî amînePerson xatûnî daykî.

 

’ebdûłła cewanêk bû zor çalak. şox û şeng û gerdin pak. řengî deşubha be gułî baẍ. nûrî ḧezret le piştî da şo’ley deda wek şewçiraẍ. le zarî bên dehat wek muşkê mu’etterî dekird demaẍ. ew car berd û dar û guł û gya ke deyandît cemałî ’ebdûłła. deyankut: mizgênî le to ey ḧamîlî nûrî řesûłełła. ke geyşte ḧeddî bilûẍ, le etřaf û cewanb, ecanb û eqarb, dewłetmendanî ’alî mîqdar, padşahanî řojgar, meylyan lê bû bîkene zaway xoyan ’ebdûłłay be kemał. ’ebdûlmutellîbî babî, jinî bo nehêna bû, ta ’umrî geyştibuwe bîst û pênc sał. jinî însan û ecînnan, kiç û bêwejin û cewan. sebeb be nûrî seyîdî îns û can. be dił û can aşq û ḧeyranî bûn. ’eqłyan gořa bû, hemû bibûne mecnûn. şew û řojê řêyan lê degirt. lutfî xuday le şeřřî wan meḧfûzî dekird.

silî wisilim ’ilî miḧimdArabic
bo al û asḧab dayma abidArabic
ya řesûłełła řoḧim be qurbanit
le řojî ḧeşrê destî me û damanit
yařeb bo xatrî piştîwanî meḧşer
yařeb bo xatrî ebûbekir û ’umer
yařeb bo xatrî ’usman û hem ḧeyder
lêman qebûł key mewlûdî pêẍember
yařeb bo xatrî cûdî xot ya mewcûd
yařeb bo xatrî miḧemmed û meḧmûd
yařeb bo xatrî şeřafetî mewlûd
řeḧmêkî pê bikey ya «alilh alimi’budArabic»
ewşo mewlûdî eḧmedî muxtare
sułtanî meḧşer seyîde, serdare
amozay ’elî, ḧeyderî keřaře
sełewatî ḧeq lewî, le çar yare

şêx ḧesenî besrîPerson, şêx eḧmedî bekirîPerson. defermûn. lew wextey ke îřadey kirduwe xudawendî ekber, zahîr bika nûrî ḧebîbî xoy, ḧezretî sîd albişir. ḧeřekey kird be diłî ’ebdûłłay, babî pêẍember. le bo xwastinî jinêkî mahmenzer. fermûy be daykî xoy, fatîmey saḧêb gewher. biřo bo naw tayfey quřeyşîyan ta yekêkî peyda bikey lewan. saḧêbî cemał û ḧeseb û neseb bê. şîrîn û be edeb bê. saḧêbî ḧusin û cemał bê. be fehim û ’eqił û kemał bê. be qed û qamet î’tîdal bê. daykî řoyî bo nêw tayfey quřeyşîyan. tê fikirî kesî way çaw pê nekewt, be mîslî amîney kiçî wehebî zehrî. ke daykî geřawe, xeberî bo ’ebdûłła hênawe. hemûy le bo gêřawe. ’ebdûłła fermûy dûbare biřowe. mulaḧîzey bikewe. daykî çowe dûbare mulaḧîzey kirdewe. sed hezar car le caran lawçaktir û be şewkettirî dîtewe.

ewcar ’ebdûlmutellîbîPerson babî, amîne xatûnî be ’îziz û naz, le bo ’ebdûłłayan dekird daxwaz. der sa’et hênayan dû ḧuqqe zêř û dû ḧuqqe ałtûn. serfyan kird, sed wiştir û sed ga û sed meřyan kuştewe. şayîyekî zoryan kird. le xoşîyan feřec û sirûrêkî zoryan ḧasił kird.

 

ke şayî le bo ’ebdûłła gêřa. ’ebdûłła be nyetî řawê çû bo seḧra. îttifaqen ye kêk le kiçî padşay şamê, fatîme naw, ke lawçaktir bû le mangî tewaw. dîtbûy le kitûbî asmanê ke wexte le mekke zahîr bibê pêẍemberî axre zemanê le piştî yekêk le ferzendanî ’ebdûlmûtellîbî ’ednanê. hatbû ew xatûne şîrîne, be xezêne û defîne. be cewahêr û xedem û ḧeşem. xêwet û baregay hełda bû le seḧray mekkey mu’ezzem. bełke muşeřřef bibê be nûrî mukeřřem. hemêşe dił mute’ellîq bû be wîsalî meḧbûb. çaw muntezîr bû bo dîtnî metłûb. le nekaw řa çawî be cemałî ’ebdûłła kewt. wekû mamzê deykird řewt. le deşhetan nêwkî kewt. le naw xêwetê be der kewt. ew nîşaney ke le kitûban dîtbûy, lewî da çawî pêkewt. kutî: nûrî çawim, cerg û henawim, dił û řoḧim be qurbanit bê. qedem řence bike xîlwexaney feqîran. be cemałî xot řûnak bike ḧucrey tarîkî esîran. ’ebdûłła degełî çuwe naw xêwetî jengarî. dayan na le ser textî muřesse’ û mirwarî. destyan kird be qisan, le lêwanyan şeker debarî. çunke fatîme ’aşiqêk bû tewaw. damenî ’ebdûłłay girt be heştaw. kutî: be qurbanit bê cerg û henaw. le şerbetî wesłî xot bimdeye qumêk şekiraw. detdemê hezar ḧuqqe ałtûnî tewaw. ’ebdûłła fermûy: ey xatûnî bełek çaw. emin zor ḧez dekem be wesłî to şad bim. emma mumkîn nabê be bê tegbîrî babim.

 

’ebdûłła řûy kirde małê wek tawsî sermest. destî amîne xatûnyan na le naw dest. ew şewî cum’e bû degełî nûst. nûrî pêẍemberî neqił bû bo řeḧêmî amîne xatûnê, qerarî girt řawesta. ke sibḧeynê le xewê hesta. ḧekayetî fatîmey şamêy ’erzî babî kird. babî fermûy zor ḧez dekem lew mamłeye, qet řameweste. ke fatîmey mehcûr cemałî ’ebdûłłay dî le dûr, zanî le lay nemawe zeřřeyek nûr. guře guřî biłêsey henawî dehat wek tenûr. kutî: ey ’ebdûłła! meqsûdî min le qetḧî çoł û seḧra, etû nebûy wełła we bîlla. bełke metłûbim ewe bû ke şad bibim be nûrî ḧezretî řesûłułła. ewşo ew nûret le cêgayekî dî dana. be çawî piř aw, be cergî sûtaw, be firmêskî erẍewanî, be řengî ze’feranî, degeł qafłey be ḧesret û enduwe řûy xoy le şamê kird. le ber te’essuf û ẍem û ẍusse le řêga da mird. emma mirdinî wî her be tenha nebû. bełke sed jinî quřeyşîyan bem xefetîye çûn. «silu ’ilîh wisilim tislîmaArabic»

alsiḧ bida min tili’tihArabic
walîl dicî min û firqihArabic
faq alirsila fizla û ’ilaArabic
ahdî alisbila lidlaltihArabic
kinz alkirim mulî alin’imArabic
hadî alamim lişrî’tihArabic
azkî alinisb a’lî alḧisbArabic
kil al’irb fî xidmitihArabic
si’it alişcir nitiq aliḧcirArabic
şiq alqimir başartihArabic
cibrîl atî lîlةasrîArabic
walirb di’î liḧzirtihArabic
nal alşirfa walilh ’ifîArabic
’ima silfî min amtihArabic
miḧmidina hu sîdnaArabic
fî alẍirlina lacabtihArabic

ew şewî ke nûrî ḧezret. le reḧêmî amîne xatûnê qerarî girt. melayketan tebeq tebeq nûryan biław dekird. derkey cehennemê kilîl dira. beheşt wekû bûkan muzeyyen kira. ḧoryan xoyan arayîş da. seryan le qesir û qisûrî beheştê derêna. gułî beheştê pişkûtin. nesîmî cennetê engûtin. ẍunçe demî dawe, kanî wişk jyawe. teyr hatne xiroş. co û cobar hatne coş. ḧorîyan xoyan kird bonxoş. wîldan şeřabentehûryan kird noş. gułekan sûr bûn. gya piř nûr bûn. rêḧan derkewt, kewser serkewt.

binewşe pişkût, lale bizût. mêrg şîn bûn, çemen řengîn bûn.dirext hate ber. mîwe kewte der. quřeyşî hemû qutar bûn le giranî, kewtine nêw xoşî û wîs’et û erzanî. wabû xuda nebê kes neydezanî. le paşan ḧezretî cubře’îl be fermanî řebbî celîl, degel heştad hezar mela’îke hatin be te’cîl. ałayekî sebzyan le serbanî ke’be çeqand. řegî cergî kafranyan pisand. textî padşahan nigûnsar kira. zubanyan taqetî tekellumî lê biřa. mujde dira be her ḧewt tebeqey gerdûn, ke ew nûrî mibarekî meknûn, ewşo neqił bû bo řeḧêmî amîne xatûn.

ewcar îblîsî xebîsî pîsî necîs. ẍeddarî xûnxarî mekkar. seḧarî terarî edbar. řû řeşî kerî eḧmeq. bê me’rîfetî gwê leq. dû şeqî teř û tazey tê hełdira. kilkî le naw gełî na, wek dêłe bebay çil şew û çil řoj, wek mangay jandar, be mîslî segî har, le beḧir û beřiř û deşt û çoł û seḧray neydegirt qerar. be’dez’an le ser çyay ebûqebîs çirîkeyekî řahêşt. segbeçeganî wek segmeges, dewryan deda le řast û çop û pêş û pes. eḧwałyan lê depirsî. kutyan: boç delerzî û boç detirsî?

kutî: le ’aczyan wexte bipsêm. le ḧeyfan wexte bidřêm. řewacman nema. piştiman şika. nûrî xatim alanbya, ewşo qerarî girt le reḧêmî daykî da. meb’ûs debê nûrî řexşan, deşkênî bit û esnam. şeřab û qumarê deka ḧeram. mu’cîzan denwênê. cebbaran deşkênê. diłî kafran desûtênî. ser řeqan, nerim deka. řecmî şeyatîn deka. cêgeyan pê leq deka. mangê be enguştê şeq deka. beydaxî dîn hełdeka. çwarpelî załman pel deka. dinyayê řoşin deka. zemînî gułşen deka. dînî ḧeq îḧya deka. her çî kufre řadeka. «sîdalmirsilînArabic»e. «riḧimit alli’almînArabic»e. nawî mibarekî eḧmed û taha û yasîne. biłîndan deka newî. hîç pêẍember nabin le paşî wî. ommetî wîye serdefter. çunke emir deken be çake, nehî deken le munker. kutyan: ey bizurgî me û ey pîre gurgî me. le ser şeş tebeqey ’erzî ẍałb bûyn. le ser ew tebeqeyeş ẍałb debîn. te’mî gunahanyan le la şîrîn dekeyn wek hengiwîn. ew qiseyey bîst mel’ûn lewan, keyfixoşî peřêye naw çawan. kutî: ew car çawim pêtan řoşin bowe el’an.

be’dez’an ’ebdûłłay newcewan, bo ticařet çowe şamê. le řêgaye wefatî kird. melayke giryan û kutyan: ya řeḧîm û ya řeḧman! ya kerîm û ya mennan! ḧebîbî to be yetîmî mawe. kê heye be xêwî bika ew bełek çawe? xuda fermûy: zehîr minim, nesîr minim, mu’în minim. le dayk û baban muşfîqtir minim. ew xebere geyşte xizman. destyan kird be şîn û giryan û ah û waweyla û quřpêwan. xisûsen amîne xatûnî perêşan. bêhoş bû ta sê şew û sê řojan, wek marî pêçkî deda, zigî piř bû le jan. wek bî naw awê, qametî şox û şengî hate hejan. le feraqî babî «miḧmidalmisitifîArabic» ’ebdułła, ke cwanemerg bû saḧêbî şerit û wefa.

mwalî ya mwalî ya mwalîArabic
risul alilh ya bidralyalîArabic
felek boç wat degeł min kird axir
le yarî xot cuda kirdim be tałî
be ’ebdułła diłim xoş bû be dinya
le pêş çawit bizir kirdim cemałî
cemałî ger wine emma be me’nî
le bo min mûnîse fîkir û xeyałî
lekwêy ey mayeyî řoḧî řewanim
ke sûtawim le daxt wek zuẍałî
şew û řojê le derdî dûrî to da
dił û gyanim wekû ney her denałî
fîẍan û ah û waweyla, le dinya
yetîm mawe ḧebîbî zucelalî
dirêẍa bo řuxî wek mahî taban
le jêr xakê bizir bû çawî kałî
cewane namrade bo çî wa zû
wîda’it kird le ehil û le ’eyalî
le dûrî to nema, ’ebdûlmutellîb
diłî min kû nesûtênin be ḧałî
nemênim bo to ey babî miḧemmed
le paşî to çi lê bikem ’umir û małî
le dinyaye eger lêkdî cuda bûyn
le cennet pêm ’eta key ḧeq! wîsalî

ew car amîne defermiwê ke ḧamîle bûm be seyîdî serwer. eweł mangî řecebê bû le xew da dîtim pyawêkî kełegetî řeng esmer fermûy merḧeba bike ya miḧemmedî serwer. kutim: eto kêy? fermûy: emnim ademî ebulbeşer. kutim: fermanit çîye? fermûy: mizgênî bê le to ey amîne ke ḧamîle bûytî be seyîdulbişer. be şefî’î řojî meḧşer.

le mangî dûhem, pyawêk hat bizurg û řeyîs. fermûy: «alsilam ’ilîkim ya risul alilhArabic» amîne kûtî: etû kêy? fermûy: emnim ḧezretî îdrîs. kutî: karit çîye? fermûy: mizgênî bê le to ke ḧamîle bûytî be pêẍemberêkî řeyîs.

le mangî sêhem, hat zatêkî ’alî sifat, deykird temcîd û teqdîs. fermûy «alsilam ’ilîkim ya nibî alilhArabic» û amîne dełê etû kêy? fermûy emnim ḧezretî şîs. kutî: karit çîye? fermûy mizgênî bê le to ke ḧamîle bûytî le saḧêbî te’wîl û mu’cîze û ḧedîs.

le mangî çarim, zatêk hat nûranî wek roḧ. fermûy: «alsilam ’ilîkim ya ḧibîb alilhArabic». amîne dełê eto kêy? fermûy emnim ḧezretî nûḧ. dełê: fermanit çîye? fermûy mizgênî bê le to ey amîne xatûn, ke ḧamîle bûytî be saḧêbî ẍeza û nusret û fetiḧ û fitûḧ.

le mangî pêncem, zatêk hat bonî deřoyî wek ’ûd. fermûy: «alsilam ’ilîk ya sifuة alilhArabic». amîne fermûy: etû kêy? fermûy: emnim, ḧezretî hûd. dełê karit çîye? fermûy: mizgênî bê le to ey amîne ke ḧamîle bûytî be saḧêbî «miqam alimḧimud û lwa’ alimi’qudArabic».

le mangî şeşem, zatêk hat be te’cîl. fermûy: «alsilam ’ilîk ya riḧimة alilhArabic». amîne defermiwê: eto kêy? fermûy emnim îbřahîmî xelîl. dełê: fermanit çîye? fermûy xoş be ḧałit ey amîne, ke ḧamîle bûytî be pêẍemberêkî celîl, hemnişînî cubře’îl.

le mangî ḧewtem, hat şexsêkî lawçak û melîḧ. fermûy: «alsilam ’ilîk ya aḧtarةalilhArabic». amîne dełê etû kêy? fermûy emnim îsma’îlî zebîḧ. dełê fermanit çîye? fermûy: mizgênî bê le to ke ḧamîle bûytî be pêẍemberêkî fesîḧ û belîẍ û melîḧ.

le mangî heştûm, zatêk hat ’alî şan. fermûy «alsilam ’ilîk ya xîrةalilhArabic». amîne dełê:etû kêy? fermûy emnim mûsa binî ’îmran. dełê: fermanit çîye? fermûy mizgênî bê le to ke ḧamîle bûytî be pêẍemberêkî, ke le bo wî dête xwarê qur’an.

le mangî nohem, zatêk hat mibařek qedem. fermûy: «alsilam ’ilîk dinî alqurb mink ya risul alilhArabic». amîne fermûy: etû kêy? fermûy emnim ’îsay binî meryem. kutî: fermanit çîye? fermûy: mizgênî bê le to ke ḧamîle bûytî be pêẍemberêkî gułẍunçe dem. le ser toş defi’ debê derd û elem.

ewşo şewî zewq û şewq û sefaye
mewlûdî «miḧimd alimistifîArabic»ye
nazil debin melek le asmana
be emrî xalqî erz û semaye
çend pêẍember dên û deken selamê
le xizmetî sułtanî enbyaye
xemê mexon ey ummet řojî meḧşer
le bo miḧemmed pişt û penaye
gunehkarîn kelêg emma umêdin
«latqintuArabic» fermayîşî xudaye
be mewlûdî pêẍemberin bibexşe
egerçî zor emîn saḧêb xetaye

ew car şewî eweł le mangî mewlûd. ḧasił bû le bo amîney, feřeḧ û sirûr.

şewî dûhem, mujdey diraye be ḧasił bûnî meqsûdî nêzîk û dûr.

şewî sêhem, le ẍeybewe bîstî neda. ke wexte wicûdî ew kesey bibê peyda. ke nê’met û şukirî ême deka.

şewî çwarem, dengî mela’îketanî bîst aşkira.

şewî pêncem, tîkirar îbrahîm xelîlułła, mujdey daye be wicûdî zicûdî mes’ûdî ḧezretî řesûłełła.

şewî şeşem, nûrî çawî pêkewt le erz û sema.

şewî ḧewtem, mela’îketan dewrî ḧeřemî amîne xatûnêyan da.

şewî heştem, feřeḧ û sirûr bû peyda.

şewî nohem, be amîneyan kut: mibarek bê le to nûrî ḧezretî miḧmidalmisitifîArabic. etoy me’denî sîdiq û sefa.

şewî yazdehem, sîřřî îmanî bo aşkira kira wek çira.

şewî dwazdehem, ewê şewê, şewêk bû řûnak. asman wek diłî siddîqan pak. nûr dew şewey da pexşan bû, le bo diłî min řexşan bû. ’ebdulmutellîbî bapîrî pêẍember, ewlad û małî xoy lew wexteda, bird bo ke’bey yekser. le kin amîney nemabû hîç kes, ne mu’ennes ne muzekker.

amîne deyfermû danîştibûm tenha û ’aciz, diłim piř bû le ẍeman. kutim haware le xomî małwêran. kes nîye qumêk awêm bidatê. xinkam le tunyan. kes nîye piştîwanim bê wekû maman. kes nîye pałî wê bidem. kes nîye qisey degeł bikem. kes nîye enîsim bê. kes nîye celîsim bê. kes nîye mamanim bê. kes nîye piştîwanim bê.

amîne deyfermû: le nakawřa dîtim şeq bû çwar goşey dîwar. hatne jûrê çwar jinî bałabłîndî ahûřeftar. hatne lam. destyan kird be guftar.

ey ommetî miḧemmedî biłên be zewq û be sefa
silu ’ilî miḧimd sîdî ’alim mistifîArabic
ew çwar jinî de nazenîn, cemał mahî minewwere
selamyan kird gelêk şîrîn le amîney mu’tibere
jinî ewełî ḧewwa bû, cemałî her wek çira bû
ew de pêşî hemuwan dabû, çunke ew am albişreArabic
fermûy mizgênî bê le to ya amîney munewwere
zahîr debê zatêk le tû, ḧebîbî ḧeyî ekbere
ew car sara dehate jûr, şo’ley deda le řûyî nûr
fermûy mizgênî bê le dûr ya amîney bextewere
ewladêkî dayey xuda, nawî miḧemmed mistefa
şahî cemî’î enbya, şefî’î řojî meḧşere
asye bû jinî sêmîn, selamî kird gelêk şîrîn
ya amîne lêt bê mizgên, kuřî to seydî serwere
ca hate jûrê meryeme, çend medḧî wî biłêm keme
mamoçey fexrî ’aleme, daykî ’îsay pêẍembere
fermûy be lefzêkî şîrîn, ya amîne lêt bê mizgên
kuřit miḧemmedî emîn, bo enbyayan serwere

amîne deyfermû: ulfetim girt be wan. destyan kird be qisan. dîtim mexlûqat řûyan kirde ḧucrey min cema’et be cema’et. eswat û muştebîhat. luẍat û muxtelîfat le nêw ḧucrey min dehat. biłêsey nûrîn peyda bû le hemû wiłat. le pêş û paş û çep û řast, ’ecaybat bûn zihûr. ’alem piř bû le nûr. zemîn bû be felek. řûy erzî piř bûn le melek. asman seyrî zemînî dekird. ḧesretî be zemînê debird.

şeytan degeł dêwan, hatne ser kêwan. piř bû le melek serî erzî, xałî nema be qed cêy serî derzî. but serberejêr bûn. butperest kwêr bûn. ẍerq bû awî sawe, agirî farsî kujawe. eywanî kesrayê şeq bû. cê be kafran leq bû. padşa hemû bedḧał bûn. hemû zimanyan łał bû. şahî ’ecem, xusrew, řojî řûnakî lê bû be şew. xaqan ḧakmî çînê, bû be pendî ser zemînê. be tebi’ ḧakmî yemenê, destî kird be şîwenê. lat, mat bû. nesrî nusret çû. ’uza, le mertebey xoy daxza. le kafran bû be qeza. hobił, řûy řeş bû wek qel. yeẍûs, bû be segî naw mecûs.

îlahî biة cahî nibî alim’izimArabic
û bît alim’izim, û bil nur a’zimArabic
be ḧeqî miḧemmed şehî enbyayan
be mewlûdî şahî nebîy mukeřřem
be lutfî ’emîmit bibexşe gunahim
be zatî kerîmit, be fexrî dû ’alem
feqîrim, gedame, le dergahî pakit
be ḧałî hemû kes, to danayî û e’lem
bike ruḧmêkî ya îlahî be ḧałim
le řojî qyamet, le narî cehennem
îlahî be ḧeqî kelamî mecîdit
be sedîq û sadiq, be fařûqî e’zem
be zînûrî ’usman, be şahî wîlayet
’elîy welî, ḧeyderî şêrî ekřem
bibexşa emînPen namey gunehkar û ’asî
be xwênî şehîdanî mahî muḧeřřem

be’dez’an, xudawendî ’ezîmûşe’in, emrî kirde tawsî melayketan ye’nî cubře’îlî emîn û eman. piř bika pyałey bilûr le şerabentehûr. řaybixa seccadey qurbî wîsal bo saḧêbî nûrî rifiḧit alatsalArabic. be rîzwanî biłê baẍ û baẍat û qesir û qisûr û ẍîlman û ḧorî le beheştê muzeyyen bika. be malkî biłê derkey cehennemê kilîl bida. dabnê ałay muḧîbbetê le ser şan. bang řabhêłe le erz û asman, le kêwan û le deştan, le beřyan û le beḧran ke nîzêke ’aşiq, cemałî me’şûqey bibînê. mûḧîb mîwey wîsalî baẍî meḧbûbê biçnê.

derḧał ḧezretî cubře’îl, be cêy hêna fermanî ḧezretî řebbî celîl. ’eřş û kursî û sema, kewtine hełpeřîn û sema. melayketan dewrî ḧeřemî amîne xatûnêyan da. teyr û wiḧûş û deřende û hemû eşya, destyan kird be şadî û neẍme û teřennem û awaz û seda. sê ała hełdiran. yek meşrîq û yek le meẍrîb. yek le serbanî ki’bةalilhArabic. her ałayekî lewan, sed hezar melaykey le bin řawestan.

ey saḧêbî ommetê, şefî’î le qyametê
destî me û damanî to, le bon key şefa’etê
ey şahî ’alîcenab, saḧêbî weḧî û kîtab
le řojî ḧeşir û ḧîsab, le bon key şefa’etê
ey şahî axîr zeman, saḧêbî weḧî û qur’an
le řojî ḧeşir û mîzan, le bon key şefa’etê
ḧebîbî ḧeyî eḧed, le to dexwazîn meded
gunehkarîn bê ’eded, le bon key şefa’etê
ey şahî cehetmunîr, her toy beşîr û nezîr
le dergay ḧeyî qedîr, le bon key şefa’etê
ey şahî dunya û dîn, ḧebîbî ḧeyî mu’în
toy şifî’ alimzinbînArabic, le bon key şefa’etê

amîne deyfermû: tînû bûm. lew wextîda dîtim le ẍeybewe pyałeyekî piř le şerbetyan le bo min hêna. ke xwardimewe nûrêkî ’ezîm le pêş çawim bû peyda. ḧezretî cubře’îl bû. hate ḧucrey min be qedemî sîdiq û sefa, şapeřî mibarekî be ser min da hêna. bê zeḧmet û muşeqqet wez’î ḧemilim be asanî řona. «wildalinbîArabic»

walsilam ’ilîkim û riḧimةalilh û birkaةArabic