nûrî beser

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  906 views
řuxsarî mehit qetḧeyî teswîrî ferenge
gîsût wekû marî syah mayîlî cenge
şîrîn û beden nermî diłit řeq wekû senge
subḧane le ber em qed û bałat çi şenge
denwênî çu tawus be her sa’etê řenge
fewwareyî xûnabî siruşkim le dû çawan
deyda xeberî sozî dił û cerg û henawan
bazî diłekem mahîre her wextê le řawan
kê fikirî dekird wa zû bigîrê be dû dawan
wêstake giriftare be damî sye zenge
ey nûrî beser řewşenî řûnakî dû çawim
diłbendî derûnim fereḧî cerg û henawim
matem zedeyî beḧrî xem û ’umrî tewawim
wek zulfî perêşanî to şêwaw û biławim
wek nuqteyî zatê, diłekem ’aciz û tenge
ey seruqedî laleřuxî gułşenî şadî
xurşîdsema, ḧorî liqa mah nijadî
pake bedenit pakî be xot pak nehadî
çawit wekû sadêye, le sadî to zyadî
tûtî û zeẍen hem qefesin pêkewe! nenge
’îşqî to se’îdan ke dekatin şeqî ey guł
hem sofîy sed sałe deka fasq û bê dił
deşkênê gelêk tobe eger zahîdî kamił
ḧeqyane ke çibken to be zulfeynî çu sunbul
zû seyd dekey mahîy derya û nehenge
bêçare «emînPen name» boçî weha hênde denałî
takey be umêdî hewesî zewqî wîsałî
ḧeyfe to hemû wextê le dûy fîkir û xeyałî
mumkîn nîye îdî ke bibînî to cemałî
xamoş be menałêne le kin kes meke denge