musteẍnîye cana le sed mediḧ û senada

texmîsî emîn şinoyî le ser şê’rî qazî miḧemmed xizrî
From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  697 views
musteẍnîye cana le sed mediḧ û senada
xurşîd le burcî ḧemelê şewqî wî nada
îmřoke de beḧrî ẍemî dił bûm de şenada
ḧusnî řuxî yarim be nezer kewt le penada
’eqił û dił û dînim be demî badî fena da
’etrî gułî řuxsarî dehat fesłî beyanî
bem ’etre debû mest û cinûn ’aşiqî fanî
wek diłberî cananeyî xom dî be ’eyanî
fikirim webû xom ladem û dûr bim le kemanî
lew qewsî biroy, tîrî mujey derçî mebada
nemzanî bikem şîkweyî derdî diłî zare
dermanê bixiwazim le bo ew qelbî bîmare
łał bûm û zubanim negeřa emnî bêçare
zanî ke xeyałim heye hat û be îşaře
fermûy demî wesłe legeł erbabî wefada
her çend le pêş çawî to şîrîn wekû qendim
meḧbûb û perîpeyker û mehpare û řendim
sed hênde be efsûn û be dûlab û be fendim
heyhat ke derçî be selamet le kemendim
çak waye nedey ’umrî ’ezîzit be fenada
perwane degeł şem’î řuxt key debêtin cût
hêştake tewaw wesłî nebû, bał û peřî sot
wełłahî ke sûtawe le dunyayê «emînPen name» bot
nerzîweyî çon wałeyî wesłe be serî xot
însaf bike ba se’îy neçêtin be hewada