me’wa

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  962 views
dił ke ẍemgîn bê hemêşe zîndegî dunya çîye
çaw ke piř xwên bê be dayîm lezzetî bîna çîye
gwê eger piř bû le beḧsî piř melal û cangudaz
quweyî îḧsasî sem’î girtinî bêca çîye
bo diłî ẍemgîn û çawî piř le xwênî xom eger
xakî dunyayê weser kem men’î karî wa çîye
řojî řûnakim le daxt lê buwe tarîkeşew
arezûy şem’ê lebo perwaneyê sûta çîye
’alemê wek min merîzî ḧesret û derd û xemin
nef’î derman û tebîb, bo derdî napeyda çîye
wextê min mirdim le ḧesret çûme jêr xakî zemîn
giryeyî eqwam û xwêş û ah û waweyla çîye
derdî bê dermanî to çarey be kes naye «emînPen name»
hîcrete axir le dunya menził û me’wa çîye