şîngêřî şêx ’ebdûlqadrî şemzînî

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  738 views
ey murîdanî terîqet hatuwe ewřo cewab
îxtyarim pê nemawe lêm biřan aram û tab
zîndeganîm lê ḧeram bû paşî ’ebdûlqadrî
ẍewsî sanî nesłî pakî seyîdî ’alîcenab
ey ẍerîbî dûr wiłat û ey şehîdî bê gunah
piştimit têkda şikand û xanet lê kirdim xerab
řojî řûnakim le daxt lê buwe tarîke şew
aftabî řût bizir bû kewte jêr perdey ḧîcab
wat be narî firqetê sûtandim ey załim felek
dê le nêw kûrey derûnim bonî sûtanî kebab
bûme mecnûn řût û ’uryan na’umêdî wesłî yar
taqetî sebirim le des çû lêm ḧeram bû xurd û xwab
cênşînî ẍewsî sanî seyd miḧemmed newcewan
merqedî pakit le kwêye menziłit kirde tuřab
bulbulî teb’î «emînPen name» łał bû zimanî ta ebed
bo guł û bo ẍunçeyî guł nazenîn ferzend û bab