medḧî ḧezretî seyd tehay şemzînî

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  1012 views
ey diłî ẍafił heta key lem diłî piř mîḧnete
kesb û karit her gunahin, şuẍil û pîşet ẍifłete
xo dezanî derdî merg û řoḧkêşan zor zeḧmete
qebrî tarîk, menziłêkî teng û qûł û bê siḧete
ca bike tobe le dunya ta kû mawî derfete
carêkî wişyar bewe lew xwabî ẍifłet ey nefam
’îbretê bigre le wanî pêşî to mirdin temam
çend kest dîtin ke mirdin qewm û xwêş û bab û mam
xakî qebrê way řizandin, meḧwî kirdin xas û ’am
mirdinit zor pê keme toş wa dezanî suḧbete
ew ’ezîzaney debînî wa le jêr xakî zewîn
sed le to bîlla ’ezîztir bûn le dunyayê yeqîn
newcewananî dilawer, guł řuxanî nazenîn
bûne to’mey mar û mûran ta be rojî axrîn
tê bifkire ḧałî wan, ey dił le bo toş ’îbřete
wek meřêkî bê şwanim, ser be xo bê kes deřom
her wekû qeqnes desûtêm, dayîmen her xem dexom
ḧezretî seyîd teha, bîlla segî dergahî tom
bay seba bonêk le xakî merqedit ger bênê bom
bom debête merhemî cem’î birîn û ’îllete
dił dekêşê ḧesretan bo ’umrî řabirdû yeqîn
hem le bo şarî şinoLocationye bo murîdan ecme’în
kwa xelîfanî terîqet ’almanî ewwelîn
elwîda’yan kird le dunya yek be yekyan ey «emînPen name»!
kû le paşî wan nebê cerg û diłî min let lete?