wesfî şêx ’ebdûlqadrî geylanî

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  1029 views
ba hemû derwêş le xo den tîẍ û şu’ley agirî
wek be ḧubbî dił deken hawarî ’ebdûlqadrî
ba fîda ken xo le ’îşqî şahbazî ewlya
her kesê wabê be wełła ta ebed qet namrî
’aşiqî ẍews ew kese hîçî le dunya xoş newê
des le dunya û ser û ewlad û małî hełgirî
medḧî şahî ewlya hergîz be kes nabê temam
řujî meḧşer da debînin řef’etî eskenderî
her kesê dîbêy munaqîb zeřeyê me’lûm deka
keşfî sułtanî terîqet nesłî pakî ḧeyderî
nahumîdî lutfî wîn ya řeb nekey der dû cîhan
to be ḧeqqî zatî xot û ḧurmetî pêẍemberî
bes biłê to ey emînPen namey řûsyah û piř gunah
şê’ir wa nabê ke deyłêy her zibanî serserî