weftinamey pêẍemberî gewrey îslam (di-x)

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  1134 views
wextî qebzî řûḧî pakî ḧezretî xeyrul’enam
fesłî ’îzra’îl le pêşî řadewesta wek ẍułam
ya miḧemmed ber cemałit sed dirûd û sed selam
hatûme bitkem zyaret ’umrî pakit bû temam
ger îcazey toy le ser bê ta be cêy bênim meram
ḧezretî fermûy le kwêye ewřo cubřa’îl exî
řabweste takû dêtin karekim pêye be wî
hate xwarê cubře’îl bo xizmetî şahî nebî
ya řesûłełła le xizmet xwa le bo to mûjde bî
bo wicûdit întizarin cennet û ḧorî temam
ḧezretî fermûy birader meqsedî min omete
çunke derdî řoḧkêşanê derdêkî zor zeḧmete
ometî zar û zelîlim nagrê kes taqete
cubře’îl fermûy xuda pêyan dekatin řeḧmete
ometî toye ře’îsî kullî omet xas û ’am
to «şifî’ alimzinbînArabic»y řojî meḧşer ya řesûł
her tikayekî bikey xalq dekatin lêt qebûł
ba diłî pakit nebê bo ometê hergîz melûl
kes le pêşî ometî to, bo beheşt naka dixûl
ey mekanit ’eřşî e’zem, qabî qewsînit meqam
ca îcazey da be ’îzra’îl ew fexrî kubar
sêwî cennet bonî hat û řeḧmetî ḧeq hatexwar
řoḧî pakî hełkişa girtî le çokanî qerar
bûn le xizmet fexrî ’alem ew demî her çar yar
camêkî aw tełeb kird û destî dana nêw cam
ḧezretî şahî wîlayet, ew ’elîy muřteza
way defermû lêwî pakî ḧezretî bûn bê seda
çûme pêşê gwêm dedayê way defermû ya xuda
ummetî ummet, hetakû řoḧî pakî bûn cuda
elwîda’ ey şahî ’alem saḧêbî weḧî û kelam
piştîwanî řojî meḧşer, seyîdî dunya û dîn
«sadiq alu’d alamînArabic»û «riḧimة lil’almînArabic»
bê kes û zar û zelîl û zor gunahkare emînPen name
ẍeyrî řuḧmî xalq û to hîç penahî nîn yeqîn
«ya şifî’ alimzinbîn, aşfi’ lina yum alqyamArabic»