goranîy lûtke

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 3 minutes  569 views
xoşewîstim...
lemêje ḧezim le xewe
le baweşê, le amêzê
le çirpey maçêkî şewe
leser xałî řûy azîzê
ḧezim le bonî perçeme
le nêrgizî ew dwa çeme
le xezanê, le payîzê
dił hewîstim...
tenya dengî qaspey kewe
tenya řengî demkî kewe
tenya ewe... tenya ewe!
xoşewîstim...
mestim be mey
badey beyarî lêwî to!
pestim bewey
destî dizê
le bêstan û baxçe û řezê
parêz debate mêwî to!
lênageřê lep bigate
ew mebestey ke dawate
bim be mêwan sîngit û memk
lejêr suxmey nerim û tenk
pencem gîr kem le sêwî to!
xoşewîstim...
ewende cwan û diłgîrî
çaw û zarêk le toy dawe!
herçend le temena pîrî
bełam cwanît tazelawe!
hîç biřwam nîye be nûşte
pesend nakem ew řewşte
ḧez le řûy be peçe nakem
çi zor çi kem
egîna řûm dadepoşî
be ałayê
piř bałayê
lejêrya ba sed cor xoşî!
her wa hezar lepke şîne
embest bew zulfe çînçîne
bo çawwizar
yarî nazdar!
xoşewîstim...
her řûbarê
ke be şepol dête xwarê
le kenar zê
awazêkî lê detrazê!
deřwate naw ew milwanke
ke aławete ew hewke
ya deçête jwanî nazê
wekû şî’rî beste û řazê
le mabeynî ew dû memke
ke wekû go!
westan leser bałay to!
xoşewîstim...
ke şiney ba
dêt û deřwa
bonî kułmey toy lê detkê!
hengiwîn, doşaw
gezo, xoşaw
bêtamin lew katey dekirên
tamî lêwî toy tê deşkê
ewsa dexurên!
xoşewîstim...
her pexşanê řadeçenê!
her sîḧrê awaz dejenê!
her gułêk ke xunaw demjê!
her bulbulêk neẍme deřjê!
bo maçêke, bo řazêke
bo řamûsan û nazêke
ke leser řût pêdekenê!
xoşewîstim...
bo çawî şîn
le payîzî temenî jîn
yaxî bûyme!
ḧezim le xoşî behare
ḧezim le baweşî yare
ḧezim le cejin û adare
diłim ’eşqî guł henare!
têmege behełe çûyme
mezane le gwêy ga xewtûm
be dway sêberî ba kewtûm!
xoşewîstim...
gelêk şa’îr
be wişey wek giřî agir
germ, germ
sikałay xoşewîst deken!
řazî sîng û zulfî nerim
wa dezanin
zewî leser qoçî gaye
hîç nazanin
lewber lûtyan çi heraye
le kołanêkî zor teskin
şêtî lencey kezî û biskin!
xoşewîstim...
nařezayîy xom derdebiřim
peçey ser řuwan dadediřim
emin bo xom
lew řêyey girtûme deřom
be yaxîbûn
heta ew katey detwanim
têr le bałay to biřwanim
le bûkênît xoşewîstim
kemerî şilit bibestim
tenha be çiłêkî zeytûn!
ałat bo le şebeq ça kem
hewrî le pelkezêřîne!
ta bo ew maçe şîrîne
ke leser lêwit çeqîwe!
sałehay sałe nemdîwe
nemçinîwe!
ta demirim be dway řadekem
ẍeyrez ewe çîdî nakem
çîdî nakem!