xozgem!

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 1 minutes  441 views
xozgem beste û hełbestî min goranî ban le beharê
řaykêşaba serincî neẍmey bulbulî dem gułzarê
tenha sozî: henase û tase û heyasey dulberê ba
qefî şî’irim peřîba zulfanî lûlî cwane yarê!
’atîfey soz û arezûy û pêwîst û hewêstî dił ba
mozîqey ba: bilûr, şalûr, tirîqey demî nazdarê!
pencey şilk û nask ba, xurpey maçekî tenk ba
her bew pence sařêj biba birînî kułî diłzarê!