kê!?

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 1 minutes  496 views
kê xunawî lêwî gułê mestî naka?
kê fîẍan û nałey diłê pestî naka?
kê mey le zarî mêlaqêy neřiştuwe!?
kê bonî xunçey leylaqêy nekuştuwe!?
kê beharî neçnîwe le gułşenda?
pelkezêřîney neřnîwe le çîmenda?
kê pexşanî neřistuwe le çepke guł?
kê honrawey nebîstuwe le dem bulbul?
kê legeł şepol nedwawe le řûbarê?
legeł sewzegya neřwawe le nisarê
bade le camî nergizê nenoşîye?
kê heye diłî nelerzê le xoşîye!?
ba bête seyrî gułzarî nîştimanim!
bête seyrangay diłzarî kurdistanim!
tê ega bo newrozim ekem cejin û yadî!
bo girtûtîye ber hozekem řêy azadî!