çend giftêkî pêwîst...

From the Book:
Karwanî Yar
By:
Jalal madhat khoshnaw (1934-1998)
 5 minutes  550 views

wa dyar dekewê le sałî 1934 le şeqławeLocation hatûmete dunya.

bawkim «eḧmed medḧetPerson» kuřî «taha efendî» kuřî «qazî eḧmed». be binemałe xwêndewarî ew nawçeye bûn.

daykim «ḧelîmePerson» kiçî ḧemedî řesûł bege le begzadekanî şeqławe.

îtir lew nawçe xoşe lenaw gułzare řengînekanî pêm girtuwe û legeł qełbezey awî sardî serçawekanî şeqławe feramoşî fênkîm be koł xomda dawe û le řûbar û cogele xuřřeme sazgarekanî destî mindałîm gałtey legeł çew û qumî hełbezîwî kirduwe.

zorim serinc le hejanewey şořebî dawe, legeł bałay berzî şatan temaşay berzîm kirduwe, be destekanî xom cwanî mêwim çinîwe, pencekanim xitûkey le deske binewş û nirgiz dirustikirdin wergirtuwe, piř baweş şewnimî gułebaxim mijîwe û çehçehey şalûr mestî kirdûm.

legeł hemû bezmêkî folkilorî lawî twawmetewe, be tepey dehoł û fîkey zuřna û ziřey bazin û xirmey heyase û şirqey şîlanî řeşbełek diłî lawîm pişkûtuwe!, ca lêmmegirin eger bûkî şê’rekanim ałay řomansîyan be ser xoyana dadabê!...

le sałî 1946 qutabxaney seretayîm le şeqławe tewaw kirduwe. ewey lew qonaẍem şayanî bas bê mamosta xelîl miḧemmed xoşnaw dewrêkî bałay bom hebuwe derbarey hestî netewayetî û lêdwanî ziman û edebî kurdî her weha be bone xałim mela sadiq ’almî ayînî hatuçom hebû bo kořî feqêyanî mizgewt bo basî řêzman û şî’rî ’erebî.

le 1952m qutabxaney nawendîy hewlêrLocationm -beşî zanistî- tewaw kirduwe lew maweyeda beşî zorî nûsînekanî -cibran xelîl cibran û minfilutî-m exwêndewe û sernicyan řakêşabûm, herçende hîç řojêk lew maweyeda be xeyałim nedehat ke min şî’rî kurdî binûsim çunke xerîkî nexşekêşan bûm şanbeşan xwêndinekey xom cêy base biłêm ke legeł řapeřînekanî gel û tişrînî 1948 da hest û bîrî minî taze çawkirayewe kewte řêbazêkî kewe lew katewe be çawêkî řewşintir temaşay řûdawekanî dewr û piştim dekem, boye dûbare lêmmegirin eger musîqay şî’rekanim byewê le peyjey řyalîzmida serkewê!

le 1956 kolêcî endazyarîy beẍdaLocationm tewaw kirduwe ewey pêwîste butrê eweye ke le 1955 destim le nexşekêşan hełgirt leber çend hoyêk, wa dyare hestim be boşayyêk kirduwe leber ewey lew katewe nûkî pênûsekem berew meydanî şî’ir řoyştuwe.

le seretay şî’irnûsînim zor şitim derbarey şî’ir nedezanî û xořisk kewtime xwêndinewe û lêdwan, le 1958we dostayetîm legeł mamosta diłzarPerson best û zorim sûdî şî’ir lê wergirt le 1961 ’usman xoşnaw xalî şî’rî bo leser pîtekan danam, lew maweye çend şî’rêkî mamostayan goranPerson û herdîPersonm pişkinîyewe. cige leme her le katî qutabî şî’rekanî ḧacî qadrî koyîPerson û şêx řezaPerson sernicyan řakêşabûm.

le 1962 kewtime pişkinînewey dîwanî mewlewîPerson. maweyekî yekcar zor xerîkî bûm û hemû şî’rekanî ew dîwanem kirdewe be şî’rî soranî bełam bedaxewe ew berhemem fewta. paş koçî dwayîy mamosta goran yekser destim daye şî’rî taze nûsîn paşan peywendîm legeł nûser û şa’îranî zor buwe betaybetî paş 11 azarî 1970 legeł zorbey nûsîne kurdîyekan dwawim, ewey lem maweye serincî řakêşabim felsefey şî’re konekanî cahîd hawarî hejarî bîr xistûmetewe. we her weha hestim be germî û nermî baweşî leyla kirduwe lenaw wişey şî’rekanî peşêw paşdan zorim le biłindîy zimanekeman řwanîwe lenaw şî’re berzekanî hêmin bepêy fermanî serşanim zorim xwar û jûrî ’êraq kirduwe, bo řwanînim bałay řîwasî şax (û gimîberî hor) zor şitî tir sernicyan řakêşawim.

hîç řojêk bîrim leme nekirdûtewe ke çawlêkerîy şî’rî şa’îrêk bikemewe û ya řisteyêkî bo xom hełçênim, heta le karubarî xom wam, bełam min lew řayem ke şa’îr byewê yan neyewê lenaw botey şî’ir û edebî cîhan detwêtewe û tarmayîy çeşne edebekey be serya dadê leber çend zirûfêk gelêk car nemtiwanîwe ewey le diłme derîbiřim;

ca biłêm çî bextim waye
xamey şî’rî min sawaye
nanûsê çîm le diłdaye

cige lem karwane gelêk berhem tirîşim hen hêşta mawey biławkirdineweyan bo řêk nekewtuwe.

bibûrin hewłim dawe ke ewey le twana bê bo xizmetî edeb û zimanekem dirêxî pê nedem û emeş mebestime ke pênûsekem le kar nekewê bo xizmetguzarî leřêy aştî û asayş û pêşkewtin.

îtir ewa em karwanem xiste ber destî beřêztan hîwadarim ke be erkî serşanî xom hełsabim û daway lêburdintan lê dekem le kemukurtî.

legeł řêz û supas.