mîwan

şêrko bêkes bo şa’îrî şehîd «cemîl řenicber»
From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
شێرکۆ بێکەس
 5 minutes  741 views
nîweşew hendê car ke şî’ir
embate naw dinyay siḧrawî xoyewe
emxate ser bałî xeyałî dûre fiř
ew sate şemał bê yan ziryan
baran bê ya befir
ebînim.. gwêm lêye:
wa dergay ḧewşeman
cîřeyek ekat û tozêkî etrazê
ebînim: bê xişpe, leser la
çaw zîtê
qijnê, řîşnê
bałakurt
henase swar bûyek
her wekû mamzê pêkirabê û řaw nirabê
be pele xoy ekat be małda
dû pişkoy bîlbîley
be dewrî ḧewşeda egeřê
awřê.. dû awiř
ewsake berew jûr
hengawî xêratir heł egrê
ekate berdemî pencerey jûrekem
ewestê
be pence çend carêk leser yek
lêy eda:
-teq. teq. teq-
be enqest dû carîş
leser yek ekokê
tê’egem xoyetî
«cemîlPerson»e
le dûr řa hatuwe
manduwe, ezanim le minawe be taybet lay dawe
bo ewey serdanî min bika
eşłejêm, xerîke pencerem lê ebê be derga
sersimêk edem û pêxawis řa’ekem
her leber heywanda
baweşî pya ekem
her wekû dû liqî
dû darî řast û çep têk aław
min ser exeme ser şanî řastî ew
ew ser exate ser şanî řastî min
ne caril ne dû car ne de car
to biłê hezar car
pełasî naw demî
awêney tewêłî
gerdinî řeng lîmoy maç ekem
gułałey birînî ser sîngî maç ekem
ew wextey ke destiman lêk berda
beramber yektirî danîştîn
le bała awêney dîwarda
temaşay xom ekem.. ebînim
ser sîngim sûr buwe
řûxsarim sûr buwe
jûrekem sûr buwe
bon ekem
dest wipil bonî girt
bonî guł, bonî xak, bonî gya
cil bonî barût û qij qewzey řûbar û
jûr bonî gogirdî
eşkewtî naw çya
***
sereta bê dengîy xwênêke û emgirê
samêke û zimanim ebestê
ewkatey çingî xwên berîdam..
heł estim
çayek û perdaxê dênim
haławî çayeke û haławî henasey
temêke bo kemê
le řûman enîşê
cemîl gyan lawiz bûy
lawazî
wek kotir barîke
wek welî dîwane
wek qełem
beyek bîn aweke heł eda
çayekî berdemî têk eda
qumêkî lê eda û destî çep
exate serşanim
- lawaz bûm?!
şax û dax çawekem! şax û dax
şax xake û şem dayke û
min welî dîwane û
min kotre barîkey «komełe»û
bo pencey zařołî hejaran
min qełem
paş tozê dest eba
le pizwî şeřwałda
çuklête nameyek
derdênê û emdatê
bedengê, wek wijey destan bimdiwênê
wek şepol hajey dûr
bimgatê û bimdiwênê
pêm ełê:
- dwênê şew ke dîmin sê qołî
«şehabPerson û ce’ferPerson û enwerPerson» bûn
her sêkyan leser er çwarimişqî
le dewrî agirî bekłipey
małêkî koçerda danîştin
her lewê, her leber řûnakî agirda
be nore heryekew dêřêkî namekey
bo kîj û bo kuřî
qutabî pêşmergey şax nûsî
٭٭٭
se’atê zyatre le çawyam
temaşay xor ekem
se’atê zyatre le diłyam
gwê egirim le xwên û ser enêm
be singî xakewe
se’atê zyatre min ewm, ew mine
min pirsyar
ew weram
- cemîl gyan bê dengî de bidwê?
- menziłim.. biławe
her emşew min debê pêyekim lêrebê û
ewîtir le -bokanLocation-
her emşew min ebê
beswarî espe řeş
demamk hełbestû
xom bikem be «qełay hewlêr»da û
her emşew serî bem
le «memî»y hejarî naw «botan»
wa «cemîl» bepêwe westawe
bejin sûr
her ełêy henarî guł kirdûy
gwê awe
be jûrda çend carêk dê û eçê
îstêk û leberdem dołabî
-«serdemê dołabî ḧacetî mubeq û, îstake kitêba»- ewestê
eweta danewî û le xaney duwemda
ser û xwar wird geřa destî nekewt
dîwanî «bêkesPen name»y derhêna
her wekû yekem car
miłotkey cigerî taqaney hełbigrê
bew core hełgirt
leser xoş çawa û řûmetê
dîwanî hełmijî û maçî kird
- bo eřoy!
bo eřoy ey mangî
kakoł ał bo eřoy?!
bem şewe bo eřoy
barane û řihêłe
de tuxwa her eşřoy
gułałey zamêkî ser singit
lelay min cê bêłe
- beng nabê ’aşiqêkî řewende û
be tenya le małî lanada
beng nabê xemêkî kêwîye û
be tenya le şaxê nada
pêxawis be dwayda řa’ekem
naygemê.. tîşkêke û.. naygemê
- barane û řihêłe
teř ebê_cemîl_gyan
teř ebê!
wa êste geyşte berderga
îstêk û bo satê řawesta
awřî dayewe, serêkî hełbiřî
mangî sûr leşewî
řeşpoşda pêkenî
ewsake desî bird
lepena dîwarda
çetrekey hełgirtibû
bê xişpe, leser la
be dirzî kirawey dergada
têpeřî û..
betenya cêy hêştim!