le bendîxaney derbiřîna!

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 2 minutes  502 views
destî nihênî
dirzî pişt perde
gurz eweşênê
be çirpe û lirmey lehemû şwêna
melotkey zor cêy be’aga hêna
awênekanî pencerey şikand
şewî řû řeşî kirdîn be gija
kewte şareke û bo jûr xoy xizand
dûkełî mijî cigerey demî
tîşkî řûnakî nawî hełlûşî
lekey (çwar) pencey řeş be merhemî
wek cil pê poşî..
ca le cergey şew
dîlî kelepçey lay desbênî xew
le sîngî řeşa, be çendîn niza
gêlane geřan le koşkî diza
ya çawşarkêy jêr şax û dar û çya
des lêkweşandin
dûberekî û cya..
ewane hemûy..
le hewîrêka.. genmî lekîs çûy
kirde piřpołey cûcułey dujmin
***
çawtêr nebûy xwên
be awazêkî nizmî hest bizwên
ke (sîng ekutê û carê sîng exwa)
ya bo pûł egrî..
kwa ejî? emrî
çûnke cestey bê cilk û nan dwa
giłołey lêje, her ebê bimrê
***
bew gerdelûley.. temî henasey gerûy dujmine
sîy cesteman piř (oksicîn) naka
bew saze ziřey hî tank û tope
bangî azadî û aştî jîn naka
le gwêçkemana, her zirp û zope
kotrekey řastî, hêşta her wune
jûrî zistanî kurd hemûy kune
nûzey nexoşî, destêkî lerze
ałay serbestî pê hełnabřê
be qîjey minał ya dengî herze
bełê, bem coreş deng dernabřê
***
dirzî dîwarî yek mał û xêzan
swaqî pencey çiř, pya hełsiwînî cwan
zor bedłisozî, ebê daykî bê, takû piřî ka
ew çaweşaney her leser şanon
dehołî şewî des qalonçey kon
dengî newey nwê ebê kiřî ka
***
leşkirî hestî dem bemizgênî
řoj ecułênê
satmey karwanî şořş berew xor
tarmayî şewî řêge řaw enê
çawî beyanî hełdênê bezor
řojî řizgarî bo kurd naw enê