herdû hejarîn

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 2 minutes  715 views
«řastî» em wuşe piř mebest û pakeye zorbey xełkîş pelarî kwêraney tê’egirin û piştyan têkirduwe dway kiławî babirdû kewtûn her wekû lem hełbeste (çîrokî)yey (cemîl zihawî)yewe derî xistuwe minîş be destikarîyewe werim gêřawe bo zimanî kurdî..
řojê betenya, pest eřoyştim
bepîrêkî pişt komaw geyştim
le çeqî řêga eřoyşit leserxo
sîpał şiroł û bêdeng, giftugo
cil pîne pîney qiłîşay xawên
bêdeng kizu mat dyar bû pak dawên
loç loç kewtibuwe nêw demuçawî
tekanî eda bepeşokawî...!
xełk ledwaya be çepłey destan
cwênyan pê eda, ew bê wełam dan
demêk ebzût, ya pişûy eda
xełkîş zyatir (çene)y lê eda!!
çûme pêşewe, lêm kirdin pirsyar:-
ewe kêye wa mil keç wihejar?!
le wełam wityan ew e (rastî) ye
twancî (nařastî) řûy tê kirdye
nizîk bûmewe, pêy bidem yarmetî
ta derî bênim, lejêr hełmetî
ew xełke zorey nezan û zordar
minîş firmêskim beguř hate xwar
destim girt pêm wit: herdû hejarîn
minîş wekû to, wa le azarîn
ca řojê dadê «gewahî» bênin
biłên her êwen peyam geyênin