hest û şanazî

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  514 views
bo bizeyêk serbest jyan
xom lelîstey jîna esiřim
ta karwanî hîwa egirim..
gurc bê wuçan..
bazûy hełmetî têkoşan
exeme kar..
le ladê û şar..
bo nûzey pirşingî hîwa
ew tîşke pîrozey kewa
her bistêkî be xwên ekiřim
wek pepûley omîd efiřim
bedewrîda exulêmewe
ya tê eçim etwêmewe
ba nemamê lew awate
lem wiłate eřwênmewe
peřey diłî bo ekêłim
be lûtkey xwênawî kêlim
awdêr ebê be esrînim
be têkeław tinokî xwênim
ta dêteber..
bo sepan û çînî řenicder
ca beyanî zor bepele
legeł giznigî dem kela..
wişey mujdey bexwên nûsraw
heł’ewasrê bo gořî (law)