endêşe û yad

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  579 views
xewne ebînim ya, řaste gyane..?!
bałim tê hełsûy, řan leser řane
çend be tase bûm, bo em awate
dił wa perjînî dewrî bałate
nazdar, ba perdey serdiłî xwênîn
bikeyn betaray xewî xoşî jîn
benaz jîrim ke le lêwî gerimit
ba cestem kip bê betenî nerimit
parsengî memet wan leser bazû
wek yek giranin bêşkey arezû
wêłî û kem jîrîm pêt da’emirkê
ke des lemil bîn ebîn be çepkê
gyanî pîrozit gencîney gułe
gułzarî xome û beheştî diłe
wek mêşkey çawgêř, minałî giryaw
ca teşkit egirim, bo firiçkî naw:
baweşî gerimit weku (qozaxe)
cêy leyad çunî xefet û daxe
be pê řoçkey wird, pêw pa ekem
emjim şîley soz leser (xwan)ekem