ey kîjołe

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  601 views
were gyanekem to mestî min be
xom bext ekem, mebestî min be
carê zor besoz were bedwama
wek yarî diłsoz minîş xwaxwame
bo her ebê kuř mestî êwe bin?
lawanî hejar pestî şêwe bin?
bo min netbînim şad û sersam bim?
beşêwe û wênet dił piř lekam bim
zor mixabne: ew leşe cwane
lejêr perdeye û dîlî zîndane
cwanî û naskî û tirîskey nîga!
bo be pêçrawî biřwa le řêga?
ca ey kîjołe to were bedwam!
çerxî bîsteme danîşe lelam
basî pêşkewtin, şadîy jîn bikeyn
nefrîn lebřiway pestî û kîn bikeyn