be baweřim

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  565 views
le řawa bim, le dawa bim, leher kwê bim
le dêhat û lenêw şara le her řê bim
řast û řewam, kispey sozî nêw komełim
řîşebřî diřkî gułî tase gelim
kêrdî destî kamî jînî pêşkewtinim
hełêncerî gerdî bîrî serkewtinim
bo (darî zil) şwên girêkî dirextî ber
be baweřî zadey mebest ebme neşter
kołkey řizîw, miř û mûçî, hezar sałe
ger bîbiřim, bo zwîrin (eḧe) û (qale)?
çewsaweyî û derd û meynetim swar ekem
ey teqênim! ewey le diłme der’ekem
ełêm: xewî ser serînî çerxî pêşû
sawîlkeyî û xoperistî û nefamî bû
hemûy dênim be giřêkî bîrî řoşin
ey sûtênim ekemewe sirûdî wutin
ca her ełêm: le hemû şwên eyłêmewe
xom û hestim ya mebestim natwêmewe