be xarîc, ta be key sazende bim bo cîfeyî dunya?!

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 3 minutes  878 views
be xarîc, ta be key sazende bim bo cîfeyî dunya?!
le bamî bênewayî lê bidem, ba tebłî îstîẍna
fewaqî bê îfaqey min yekayek nizgerî ḧîrse!
tekanî feqir û bêbergî, meger em ’îllete derka
dirişte luqmeyî ḧîrsim, fironaçêt û azadim
meraqî bênewayî, ger be min em seddeye qey ka
ḧerîsanî emel hergîz be awî cîfe piř nabin
temûzî ḧîrse piř tabiş, teme’ lebxuşkî îstîsqa
lenaw zerfî qena’etda tema’î dîgî derwêşî
nexoy, ta dest neşoy ewweł le çirkî cîfeyî dunya
tenîdetenme sertapa, teme’ tenpoşî zîştêke
welê řemlî emel kirdûye dîdey zîştibîn e’ma
le beynî buxil û bexşişda, tefawit her le kwê ta kwê!
debestê em derî nî’met, deka ew babî řeḧmet wa
hewes kêşamî bo ’uzlet, emel girtûmî, nayêłê!
çi ẍûlêke le řêgey řastî her lam’eda ’emda
xerabî, merdumî bûmî netîce da be wêranî
le şûmîy ew berûbûme sîfet nayabe wek ’enqa
letaw zî’fî nedarayî, geda ahê ke deykêşê
xedengî zehir’alûde be qesdî sîneyî dara
qebayî etłesî załim le wer’a çende mehtûke!
pełasî çakî mezłûmî debête zînetî bała
be pûlî merdum’azarî mepoşe turme pa ta ser
be şałî peşmî derwêşî bide teşrîfî sertapa
diłim daym le seyrî karwanî zad û mergaye
be mîslî cadeyî bender, mudam em dêt û ew deřwa!
be sengî tewbe dundanî teme’ bişkêne, pes bîxo
be dundanî qena’et nanî sułtanîy «uweys» asa
sengî nefist leser řêy tewbeta amadeyî cenge,
be qesdî qetlî ew, çabuk bikêşe tîẍî «bisim alle»
be xemyazey sefay mestî, mede ten bo xewî ẍefłet
be endazey heway hestî, mede ser bo şeřî e’da
be mîslî xirsî lotî bo teme’ herdem le małêkî!
meharî kirdiwî şeytan û dedgêrê be îstîhza
le kes řozît newê, cuz řazîqit, ger merdî derwêşî
zemîn ger qeḧtî qûte, bot debarê menin û hem selwa
peley çerx û felek bigre, qyasî berz û nizmî ke:
bułendî sûyî pestî bê, ke pestî heste bo bała
tereqqî çend be te’cîle, tenezzul wa be sîr’et dê,
be fewwarey bide nîsbet, bułendî û pestîyî dunya
zelîlî nefsî emmare, şiksitî bîmî em mare!
penahit bo «’elî» bêne, meřo bo «bû’elî sîna»
be tacî feqir, eger «edhem» sîfet, coyayî sułtanî
le textî sełtenet hełse, were jêr xerqeyî mewla
diła! her kes depirsê lêt: le «mewla» kêye meqsûdit?
biłê: mewlayî derwêşan, ’elîy ’alîy e’la
sełabet demgirê hengamî şerḧî heybetî wesfî,
qełem nayête ser kaẍez le şerḧî cunbuşî e’za