key le kin eḧmeq debê ḧacetî dana řewa

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  5206 views
key le kin eḧmeq debê ḧacetî dana řewa!
qet dekirê çermeker ya be ’eba ya kewa!
bexşişî dinya mexo, ye’nî be nanêkî co
xo mekere ber minet pîrejnî nanewa
êste ke destit dega pê bisuwe bo necat
ḧeyfe le dinya biřoy kamî diłit nařewa
girye: decoşê lewê, ahe debê nesrewê
nemdî wek îqlîmî ’îşq cêge be ab û hewa
dîntim îmane xo, kufre negeynim be to
quř be serim, dîne, çû; kafrîye, bû ewa
agirî daẍî diłim penbeye, saẍit dewê
nîme wekû çawî yar taqetî nazî dewa
kêye dełê bê newa kes nye meḧwîPen name nebê,
bêt û le her bin muwê da bibyê sed newa