ziryaneşête serî min fîday şineşinit

be ziryanda name denûsê bo se’îd xanî edhemî baẍçe le ordûy nełênî feqê îsyan
From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 2 minutes  798 views
ziryaneşête serî min fîday şineşinit
qurbanî tozî řêgetim emcare wa were
kałan depê ke bo nełênî feqê îsîyan
ordû lewêye xêwete, xergaye çadre
cem’in lewê hemû ’êlatî mukiryan
ew deşte piř le noker û aẍa û beglere
bîstûme çołe řêgeş biřêk bê zexîre
birsît nebê heta detwanî toşe hełgire
toraẍ û qend û çayî ewend ta degeyye wê
nan û kulêreçewre û penîr û kereş bere
řêgeş biřêk be tirse newek tûşî kêşe bî
xencer we ber çeqêne û demançe û tifeng bere
ew deste pakete binê gîrfanî baxełit
desrêkî têwe pêçe û zor cwanî hełgire
nûsîwme bo ḧuzûrî se’îd xanî edhemî
řan û řikêfî cwane, tîẍî debane mucewhere
te’rîf nakirê be qełem çon tewaw debê
mîrzaye, swarî çake, řeşîde, dilawere
ewweł biřo heta wekû nizîk xêwetan
kanîyekî lêye awî wekû awî kewsere
dewrî gułoke pakî hełałe û wenewşeye
gyaxawe, swêsne, mendêye, şestipeře
danîşe dest û dem û çawî xot bişo
xawên le tozî řêge û destinwêjê hełgire
emcare heste nextê leser girdî xêwetan
řawêste takû se’atê sebir gire
çawit bigêře takû dêne derê noker û ẍułam
cangîr û mistefa û ’elî bang ke ew sere
dest têkgirin, qedrê hełpeřn biłê biłê
toxuda ’elî be yadî řesûł çakî hełgire
têkřa biřone xwarê be lîngidan û pêkenîn
ta deçne berdemî ew gewreçadre
ewweł biçore xêwetî sertîpî şarîkend
qubbey hemû le zêře perawêzî mexmere
mezin û ře’îsî ’êł û xewanînî mukirîye
ser ta qedem le ’eqił û şeca’et musewwere
řaweste hendê leber derkî xêweta
êznê bixiwaze, zor be edeb perde labere
dway selam, zor du’ay xêr û îştyaq
bo ’erzî em nyaze îcazêkî wergire
’erzyan ke, bêt û ’erzî nyazim qebûł biken
memnûnî lutfî êwe debim takû meḧşere
emcare kake se’îdim bo binêrnewe
bo hatnewey hemîşe dû çawim leber dere