basî ḧoryanî beheşt

From the Book:
Aqîdey Şêx Semî
By:
Sami (1848-1889)
 2 minutes  848 views
herêyk ḧeftawdû ḧorî bo lezzet
pênc sed ẍułamîş her lebo xizmet
mecmû’yan cwanin, pak çardesałn
bê řîş û simêł, şîrîncemałn
dayîm her bîkirin, ew cem’î ḧoryan
«lemْ yetْmîsْhuneّ îynْsٌ we la جەانٌّArabic»
ger awî demyan bête beḧrî tał
pak şîrîn debê wek awî zułał
eger pencêkyan bête řûy dinya
mang û řoj şoqî nîye leknya
çawřeş û bonxoş, gerdenfirazin
xoşxulq û xoşxû, şîrîn’awazin
heryêk ḧefta cûr lîbas leberda
enwa’î xişił û zîwer leserda
zor nazenînin, ’eceb cwançakin
le ḧeyz û nîfas hemûyan pakin
saḧêb ’eyş û naz, nazki’endamin
qamet ’eř’eřn, şîrînkelamin
endamyan safe wek şûşey bilûr
meẍzî lûlakyan debînî le dûr
dayîm le gełyan, îstîmta’ eken
le se’atêka sed cîma’ eken
hîç buẍiz û kîne û teşwîş nazanin
mecmû’yan ’aşiq mêrdî xoyanin
pîrî û nexoşî û mirdin namênî
ew mał û mułke kes lêy nasênî
her řojî cum’e zyafetî xwaye
xeł’etî řeza û feyzî leqaye
medḧî beheştê qet tewaw nabê
mesłeḧet waye emcar kota bê
«ya malîke almulk, seteّar û seburArabic»
padşahî cebbar, ẍeffar û ẍefûr
herkes bîxwênê, ya gwêy lê bigrê
be kirdewey çak, be îman bimrê
«semî’Pen name» gunahkar, «ایلتیجەاArabic» eka
bo fatîḧayek sed řeca eka