basî mar û dûpşikî cehennem

From the Book:
Aqîdey Şêx Semî
By:
Sami (1848-1889)
 1 minutes  530 views
mar û dûpişk, lewan xiraptir
xwa xulqandûnî serpak le agir
heryêk sed qulle, zehrî têdaye
be herkes weda, boy waweylaye
heta ḧefta sał, êş û jan eka
le paşan eřzê, xwên seylan deka
ẍelil û zincîryan le gerden eken
herdem be new’ê ’ezabyan eden
se’at be se’at her lêy zyad ekirê
mirdin zor xoşe, bełam namrê
her hawarhawar, her waweylaye
hîç kes bezeyî be kesda naye