wa dełên kurdanî etřafî şîmal merdane bûn

le sałanî 1945 - 1946 da le jimarey 29 û 36 řojnamey kuhistan le taran biław buwetewe
From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 2 minutes  828 views
wa dełên kurdanî etřafî şîmal merdane bûn
bawefa bûn talîbî mîhir û wefay bêgane bûn
’aşiq û meftûnî ’îşwe û ẍemzekey canane bûn
axo řas bê ya ke xełkî tabî’î efsane bûn?
çake têfkirîn le eḧwałî weten
bo çî wa wêran buwe małî weten
’îlletî esłî nîfaq û îxtîlafî mîllete
ba’îsî em îxtîlafate gezafî mîllete
em hemû bedbextîye naşî le lafî mîllete
çarî em naçarîye baz î’tîlafî mîllete
letlete cergim le des em mîllete
kutkute bergim le des em mîllete
ew dełê em sunîye û kafir, be şêxe mu’teqîd
em dełê ew şî’eye û bo sebbe û řefiz muste’îd
em dełê ew załme û mayl be cewr û mustebîd
ew dełê em yaẍîye, em baẍîye, em munteqîd
dad le des eḧwałî cuhhalî weten
dad le des e’malî ’ummalî weten
pêşewakanman deken her yek be new’ê îctîhad
em deka lew îctînab û ew deka lem întîqad
em deda nîsbet be kirdarî ewî tir îřtîdad
ew deka nîsbet be guftarî ewî tir îstînad
zar û bêzarim le bêkarîy weten
hemdemî ’arim le bîmarîy weten
em dełê min badenoşim badeyî serşar exom
ew dełê min talîbî yarim, firîbî yar exom
em dełê min ḧîzbim û bertîl le des eẍyar exom
ew dełê min xadîmim wa nê’metî derbar exom
em gezaf û em xirafate çîye?
ba’îsî em îxtîlafate çîye?
cewherîPen name ta qewmî ême yekdił û yeksan nebin
tabî’î emrî xuda û peyřewî qur’an nebin
tabî’înî muslîmîn û ḧelqeyî merdan nebin
ta mubî’î ...Missing û emrî ulul’emran nebin
muşkîle em derde dermanî bibê
zeḧmete em hîcre payanî bibê