ewey heqbêje qewlî tirş û tałe

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  647 views
ewey heqbêje qewlî tirş û tałe
emin herçî ełêm eyken be gałe
xeyałî jêrî lêfey şew betałe
heta řencê nedey gencê meḧałe
***
be ummêdî du’a to damenêşe
henasey řizq û řozî hełmekêşe
eger merdî wekû şêranî bêşe
şikarit hewłe ger bîkey be pêşe
***
eger serwet be hawar û du’a bê
geday ser cade hełdegrê ke şa bê
be yek hefte le derd û xem řeha bê
newek ta mawe herwa bênewa bê
***
temaşay desî ḧacî kirdinî to
gelê çatre lemane mirdinî to
le goştî řanî xot birjêne bîxo
temeł lêy damenîşe destew’ejno
***
be mindałî lebo ḧacî nebarî
wekû to xaw nebû êsk û demarî
be řencî şanî xoy bû kesb û karî
be hîway kes nebû bo koł û barî
***
çi manêk û jyanêke heta ser
lebo desmaye řîş û pirç û mêzer
esef bo to eger merdî û hunerwer
neřêjî çînî ’areq ’eynî gewher
***
tema’î dewłemend û xêr û îḧsan
xuda daynawe bo însanî nuqsan
emane ger nebê emrê le birsan
ḧerame bo kesêkî sax û milpan
***
heta gencî bekar û xoxḧiłMissing be
legeł ehlî weten yek řoḧ û dił be
be exlaq û tebî’et xak û gił be
be şewq û mîhrebanî řengî guł be
***
derûnim keyl û piř derdî zemane
nebûnî załmêkî bê emane
se’î kirdin le qur’ana beyane
be kifrî tê’ega her kes nezane
***
bira bo tome min ’aciz nebî lêm
mełê xirape herçî ke min eyłêm
be pişkoy cahîlî sûtawe jêr pêm
nexoşêkî perêşanim leser cêm
***
eto muftîPen name eger awaze xoşî
lebo xot bigrî ta emrî nexoşî
be daxî xełkewe boç wa be coşî
meta’î çake hełbet eyfiroşî