mełên qewmî hecîcî bê temîzin

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  608 views
mełên qewmî hecîcî bê temîzin
weya bêkare û nabût û ḧîzin
legeł weḧşî řefîqî cût û řîzin
leber çawî mina yekser ’ezîzin
***
becarê nêr û mê řêk tê’ekoşin
le îş û sin’eta piř fikir û hoşin
be esbabî weten xo da’epoşin
lecyatî ça le tû şerbet enoşin
***
le nûkî pê hetakû tewqî seryan
le çeşnî ewîş bo nałî keryan
ne ełmanî ne capanî enasin
cehennem çiş ke kem berg û lîbasin
***
ewî kesbê nezanê sin’et û kar
nemanî çake nek jînî be azar
newek tezbîḧ û řîş û pirç û řeşmar
bibête çerxeçî dêhat û nawşar