şew

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  1217 views
nûrî řuxsarit wederxe, derdî bêdermane şew
zułmetî zulifit le ser řûte, le řoj mîwane şew
dwê, şukur merdane min řêm birde naw zulfî řeşî
ta bizanin xełkî mułkî dił, qełay mêrdane şew
her le meẍrîb ta beyanî bê wiçan dêt û deçê
her le dûy xurşîdî xawer wêł û sergerdane şew
kwêr û nabînaye êsta ew le daxî řojî řût
boye řeşpoş û feqîr û mat û bestezmane şew
qedrî şew ça bigre çawim! şem’ û perwane dełên
soz û giryey şem’ her şew, sûtnî perwane şew
’aşiq û me’şûq le řojda xo deparêzin le xełk
ger penay çakit dewê bo ew duwe, biřwane şew
heste «kamîlPen name», besye bêdarî, biřo lêy werkewe!
ta wiłat bê deng û base û ta le řoj mîwane şew