turcanî xiroşaw

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  563 views
’alim û ’amî le turcanê wexiř bûn bê diro
kewtine şadîy û řeqis û hełpeřîn û hatuço
pîr û cwan, şêx û mela hatûne řeqsîn û sema
pakî lerzî ’erz û ḧewş û ban û heywan û seko
min kutim: yařeb! meger çî bû be destî cem hemû
tayfe řêkî le darul’îlmî şêxa bûn weko
pêy kutim ’eqiłim ke şerbetxorî û diłxoşîye
bo dekewye ser xeyał û beḧrî fikir û custuco
erşedî ewlad û saḧebkarî piř ’eqił û huner
munteha bû, êste zamî konî dujmin hate so
ka’ezîz! tenya le nêw ême eto got birde der
bew îcazey toye ça bû cehlî cem’ê bû peřo
îrsî babî xote ’îlim û cewher û feził û huner
bîřfêne zû be çakî, herwekû baz û heło
bem hera û cem’îyet û xoşîy û bezim û şadîye
dujminî ême temaşake hemû bûn řenceřo
herkesê şêxî newê, kostî kewê, qet nesrewê
ya řebî xwar û zelîl û řenceřo bêt û tiřo
em hemû xoşîy û bezme, bo îcazename bû
ya xuda mame, mubarek bê be diłxoşî le to!
honerêkî zor zeberdeste «îmamîPen name» nokerit
boye řîsî řêkupêke, qet nebû bê tar û po