eřkanî îslam

From the Book:
Hedyey Kurdistan
By:
Jawhari (1875-1958)
 3 minutes  1002 views
eřkanî îslam pêncin, gwê bigre
bot beyan dekem, de diłî xoy bigre
řuknî ewweł
ruknî ewwełyan şadew’îmane
biłêy be ziman û me’nay bizane
îqrar be ziman, be dił baweřî
be xatircemî, nek wek serserî
« ئەەشْhedu ئەەنْ لەا îyleٰhe îyleّa ٱlileّٰhuArabic
ئەەشْhedu ئەەنەّ muḧemeّdiًa resûlu ٱlileّhArabic»
be zuban dełêm, be dił, be yeqîn
ẍeyr zatî ḧeq hîç me’budêk nîn
hîç xuday ḧeq nîn, îlla ew nebê
kafre herkes le lay wa nebê
hem be ziban dełêm baweřim waye
be ḧeq muḧemmed řesułułłaye
xuda nardûye be pêẍemberîy
bo ser cin û îns, melek û perî
ewey mewcude le erz û asman
xuda nardûye bo ser hemûyan
babî muḧemmed ’ebdûłła naw bû
berupişt etłes, nexîb û law bû
’ebdulmutellîb babî babî bû
ke babî nema, le cêy babî bû
daykî amîne kiçî wehebe
wehebî zuhre ewîş ’erebe
le şarî mekke le amîne bû
bû be pêẍember małî lewê bû
le çil sałîda bû be pêẍember
meb’ûs bû bo ser mexluqat yekser
le mekkeda bû penca û sê sał
hate medîne pêy dełên hîcret
koçî xêrî bû boy bû be řeḧmet
dway şest û sê sał le medîneda
wefatî fermû, nêjra lewêda
ḧewt ewladî bûn be tarîx waye
sê kuř û çwar kiç tertîbyan waye
qasim û zeyneb, řuqye û fatîme
ummî kulsume kiçî çwareme
’ebdûłła biray ew beşaneye
xedîce daykî ew şeşaneye
îbrahîm biray çikoleyane
daykî marye le qîbtyane
tayfey ḧezret le benî haşmîn
benî haşmîş tîrey quřeyşîn
qamet bêsêber, bała mu’tedîl
endam řêkkewtû, şîrîn û kamîl
çaw û mijołî bêkle û řeş bûn
wek gelawêjî hemîşe geş bûn
nêwçawan guşad, saf û nûranî
biro lêk nizîk, řeş û kewanî
sûr û sipî bû, kemêk genmiřeng
giran û sengîn, piřifkir û bêdeng
řuknî duwem
řuknî duwemîn le řuknî îslam
pênc feřzey nwêje byankey bedewam
şerit û eřkanyan tewaw bizanî
’emelyan pê bikey ca musłimanî
fatîḧe û suřet řewan bixiwênî
le şew û řojda becêyan bênî
nwêjneker xwênî biřjê hedere
le lay be’zêkyan tewawkafre
řuknî sêyem
řuknî sêyemîn geyandinî zekat
bewaney dyarîn le nessî ayat
be fêł û ḧîle zekat der meke
bê’emrî xuda û pêẍember meke
řuknî çwarem
řuknî çwaremîn mangî řemezan
řoj beřojû bî ta nwêjî şêwan
le nan û le aw, le her şitê bê
biçête derûnit řojuweket deşkê
karî bêşer’î, ẍeybet û diro
kem deken xêrî řojû bê diro
seriftireş bide le qutî beled
řojût qebûł bê le lay xudawend
řuknî pêncem
řuknî pêncemîn ḧeccî ’umřeye
wacbî şer’e yekcar gewreye
bedenit saẍ bê, xercît kem nebê
naḧeq û zułimit le řêda nebê
şerit û eřkanyan hemû nûsrawin
le kitêbî şer’a beyan kirawin