terazûy xêr û şeř

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  546 views
ḧîsabî xom dekird emřo legeł îḧsan û ’îsyanim
keçî em geyye asman, ew le ’erze, małî wêranim
terazûy xêr û şeř êsta kewaye ey xuda řeḧmê!
le ’îsyanim kesir ke, bîxe tay xêrat û îḧsanim
bebê ta’at û xêr û zîkir û fîkir û çake serşořim
le nêw ’alem çilon ta êste mawim, çon bû, nazanim?!
beşer mîwane ya řeb toy ke xawen sifre wu xwanî!
beřêz gîrawe mîwan û leser ew sifre mîwanim
eger fermût biřo lem serzemîne, deçme jêr ’erzî
bełam lew jêrzemîneşda tufeylî xwanî sułtanim
be řeḧim û lutfî towe ger biřom bakim nîye hergîz
egerçî cêm le jêr ’erze, le ser textî suleymanim
serapa nûrim û řûnak, eger lutifit legeł min bê
be şewq û zewqewe demirim, şemî şamî ẍerîbanim
eger lutifit nebê dûr bî le tarîkîy û tenyayî
qiřim dêt û dełêm: kwa yarekanî carî caranim?
le jêr barî giranî me’syet lew goředa «kamîlPen name»
dełê: ey xak beser xom! kwa emin ew kołe detwanim?