mafî xome

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 2 minutes  697 views
mafî xome lêm geřên ba her weha bêçare bim
mexserey dom û duřacî em ser û ew xware bim
ba wekû kwêr û şel û nuqsan û bêçare û hejar
takû demirim çaweřêy îḧsan û pûł û pare bim
bew hemû barî gunahe bû cidew piştim xuda
tawekû key dest le estoy pîsî ew kirdare bim?
key xeberdarim dekey ya řeb be zengî merḧemet?!
ba bes axir mubtelay ew şwêne, ew akare bim
bem hemû teb’e řewane, bew hemû honrawewe
çake nebme şuhreyî afaq, her aware bim
’aqłî û jîrî û ziringî êste bê modin le lam
başe wek mecnûnî sergerdan û wêł, petyare bim
memkene bermûr le berçawan be deng û basewe
ba wepişt gwêm xen cwanan, lêm geřên ba gware bim
neçme ser çaw wek biro, wa çake min bo maweyek
herwekû řîşêkî bê îş, cwane her lew xware bim
şerte řazî ’îşqî xom her hełgirim ta mirdinim
ba le qebrîşda emin sindûqî ew esrare bim
to ke got birdote der «kamîlPen name» le gułzarî edeb!
ḧeqte fermûy: her emin ba şêtî ew gułzare bim