řojnamey kurdî
’alem têkřa pabendî gořane, edeb bew latrewe, edebî kurdî wekû edebî qewmekanî tir lepêşa lenaw eşkewtêka bû, ke xêzanêkî nîmçe xêzanî le gwêy agirdanekeyana ko ebûnewe û basî karesatî ew řojeyan; egêřayewe ke legeł diřindekana be seryana hatuwe, înca kewte xêzanêkî tozê řêkupêkewe; kewte dewar û řeşmał, kewte gund û naw mał, kewte dem nîmçe xwêndewar, kewte dem xwêndewar û mîrza, kewte şar û bazař, kewte koşkî pyawî nawdar, kewte ser kaẍez û tomar, kewte ser çap û bû be nîgar, lêreda em hemû jyane wêneyan dayewe ser řojname û govar!. ke wa bû axir piley edebî kurdî geyşte çap û geyşte řojname. bem bonewe mêjûy edebî kurdî dawaman lê eka bizanîn kurd le asmanî edebî řojnameda çî hebuwe û çî nebuwe. ewaney agadarîn beseryana basyan ekeyn.
kurd ta axir û oxrî sedey nozdeyem her lew ’alemeda bû ke le pêşewe basman kird, lem mêjuwe be dwawe ’alemêkî tirî zyad kird ke ’alemî edebî řojnameye. ke wa bû pêwîste yeke yeke basî ew řojname û govarane bikeyn ke ta em mêjuwe 1971 deryan kirdûn.
1- «kurdustan», řojnameyekî ḧefteyî edebî buwe, medḧet beg ewey bedirxan beg sałî 1898 le estembuł derî kirduwe, lepaşa leber nexoşî medḧet beg, ’ebduřřiḧiman begî biray destî dawetê, lepêşa le «qahîre» lepaşa le «cenîv» le «fulkistun» le «lenden» bem core le geřana buwe ta 1915-1916. înca «sureya beg bedirxan» hênayewe bo qahîre, her pazde řoj carê jimareyekî be kurdî û turkî lê der’ekird. ke î’lanî destûrî ’usmanî kira, her surya beg birdyewe bo estembuł û lewê derîkird. le jumaryekewe ta 31y em řojnameye êste le kitêbxaney «pirusya» daye le ełmanya.
2- govarî «kurdistan» mangê carê le «wirmê» mubeşşîrekan le sałî 1912 deryan ekird, bełam zor nejya.
3- «kurd» řojnameyekî ḧefteyî edebî kurdî û turkî buwe, komełî «şêx ’ebdiwalqadrî şêx ’ubeydîłła» le 1907 le «estembuł» deryan kirduwe.
4- «řojî kurd», govarêkî ḧefteyî edebî buwe, le «ḧuzeyran»y 1911 komełî hîwa le estembuł deryankirduwe. jimarey yekem û dûhem û sêmey «’ebdulkerîm efendî suleymanî» serukarî kirduwe, lew jimaraneda wêney dû padşakey kurd «selaḧeddînî eyîwbî» û «kerîm xanî zend » û «bedirxan ḧuseyn ken’an paşa»y tyayana derkirduwe.
em govare lepaşa naw niraye «hetawî kurd» , «’ebdul’ezîzbaban» her be mangê carê jimareyekî be kurdî û turkî û le estembuł lê der’ekird yekem jimarey le 11y tişrînî yekemî 1329y řomî 1913y mîladî buwe, wêney «’ibdalirḧimin paşay baban» lew jimareyda heye.
5- «bangî kurd», govarêkî kurdî û turkî edebî buwe, her be pazde řoj carê
xawenekey «cemal baban» le baẍda derîkirduwe. yekem jimare le 26y kanûnî dûhemî «1913m,1329» řomî derçuwe.
nazanim çende jyawe. ewende heye zorî lê derneçuwe.
6- «têgeyştinî řastî» řojnameyekî ḧefteyî kurdî pîlanî - syasî komełayetî buwe îḧtîlalî îngilîzî le sałî 1918 le «beẍda» derîkirduwe. jimarey 20y ber le 11y martî 1918 kewtuwe. îtir nazanim çen jimarey lê derçuwe.
7- «kurdistan» řojnameyekî ḧefteyî pîlanî edebî buwe le «estembuł» «muḧemmed mîhrî» yekem jimarey le 25y «řibî’ alaxir»y «1337hîcrî-1917» mîladî der kirduwe, lepaş ewe ke 37 jimarey lê derçuwe, le 7y řecebî «1338 e -1918m»da, daxra.
8- «pêşkewtin», řojnameyekî kurdî edebî ḧefteyî buwe, le şarî «suleymanî» beledîye derîkirduwe. yekem jimarey le řujî 8y tişrînî dûhemî 1919 derçuwe 3 sał jyawe û 118 jimarey lê derçuwe.
9- «kurd», řojnameyekî kurdî û zimanî ḧałî «simayl aẍay simko» buwe. le 1921 le şarî «wirmê» derçuwe, tenya sê, çwar jimarey lê derçû, leweda pekî kewt. 10. «bangî kurdistan», řojnameyekî edebî zanyarî ḧefteyî kurdî buwe, «ferîq ḧacî mustefapaşa» le «suleymanî» derîkirduwe. yekem jimarey le 2y aẍsituzî 1922da buwe, lem kateda tenya 14 jimarey lê derçuwe, le sałî 1925da le beẍda 3 jimarey tirî lê derçû û îtir betewawî pekî kewt.
11- «řojî kurdistan» řojnameyekî ḧefteyî kurdî buwe û zimanî ḧałî ḧikûmetî «şêx meḧmûd» buwe. «m.nûrî» le «suleymanî» derîkirduwe. yekem jimarey le 15y tişrînî dûhemî 1922da derçuwe, tenya 15 jimarey lê derçû.
12- «bangî ḧeq» řojnameyekî edebî kurdî ḧefteyî le sałî 1923 tenya 3 jimarey le «suleymanî» lê derçuwe.
13- «umêdî îstîqlal», řojnameyekî kurdî ḧefteyî pîlanî û edebî buwe, le şwên «bangî ḧeq» derçuwe û zimanî ḧałî ḧikûmetî «şêx meḧmûd» buwe û le «suleymanî» derçuwe. yekem jemarey le 2y eylûlî1339y řomî. 1923y mîladî «eḧmed sebir» le «suleymanî» derî kirduwe. le jimarey çwarewe«řefêq ḧîlmî» destî daye ta jimare 14. lewe bedwawe«ḧuseyn nazim » derî kird. hemûy 25 jimarey lê derçû.
14- «jyanewe», řojnameyekî edebî ḧefteyî kurdî buwe, ḧikûmit le «suleymanî » derî kirduwe. yekem jimarey le 18y aẍsituzî 1924da buwe. bew nawewe ta 14y kanûnî dûhemî 1926, 56 jimarey lê derçuwe, lepaşa bû be «jyan», yekem jimarey le 21y kanûnî yekemî 1926da derçuwe, le 14y abî 1934 ke jimarey geyşte 406«ḧacî tofêqî pîremêrd» îmtyazekey bo xoy wergirt. le 10y martî 1938da ke jimare geyşte 553 îtir pêwe dira.
15- «dyarî kurdistan», govarêkî ḧefteyî edebî komełayetî buwe, le 11y martî 1925, yekem jimarey le layen xawenekeyewe «saḧêbqiran zade, sałḧ zekî» be kurdî û ’erebî û turkî «le beẍda» derçuwe. her çende ḧefteyî bû. bełam be 15 řoj carê jimareyekî der’eçû, tenya 16 jimarey ta maysî 1926 lê derçû, îtir westa. em govare yekêk buwe le govare çakekanî kurd.
16- «zarî kirmancî», govarêkî komełayetî, tarîxî û edebî kurdî buwe, le layen xawenekeyewe «seyîd ḧuseyn ḧuznî mukiryanî» yekem jimarey le ḧezîranî 1926 ke 12y zîqe’dey 1344y hîcrî negrêtewe, le «řewandiz» derçû, ta 1932 nawyenaw em govare nizîkey 30 jimareyekî lê derkirduwe.
17- «řûnakî», govarêkî ḧefteyî edebî buwe. le layen «şîs mustefa»we le «hewlêre» derçuwe. jimare 10y ber řojî 25y nîsanî 1936 kewtuwe, îtir nazanim çen jimarey lê derçuwe.
18- «ziban» řojnameyekî ḧefteyî buwe, le martî 1938 ta kanûnî dûhemî 1939 le «suleymanî» derçuwe.
19- «jîn», řojnameyekî ḧefteyî edebî komełayetî kurdîye. le layen«ḧacî tofêqî pîremêrd»ewe yekem jimarey le 26y kanûnî dûhemî 1939 le suleymanî derçuwe. le 19y ḧezeyranî 1950 ke pîremêrd mird, «cemîl sa’îb» bû be ser nûserî řojnameke. le 13y tişrînî yekemî 1951 cemîl sa’îb mird, meḧamî «nûrî emîn meḧemûd» serukarî îdarewexerkî bû. le jimare1122 ke ber 6y tişrînî dûhemî 1952 ekewê «goran» bo nûsîn û erkî nawewe řojnameke legeł «nûrî emîn meḧmûd» qołyan kird be yeka û êste lejêr îdarey ewana ew řojnameye îş eka.
20- «hawar», govarêkî edebî nîwmangî buwe. nîwey be pîtî latînî enûsra leser şêwey «botan», yekem jimarey le 15y maysî 1932 le layen xawenekeyewe «emîr ciladet ’alî bedirxan» le «şam» derçuwe, tenya 14 jimarey lê derçû, îtir pekî kewt. em govare yekê le govare çakekanî kurd buwe.
21- «zanistî», govarêkî nîwmangî edebî tarîxî buwe, yekem jimarey le 25y şubatî 1938 le «suleymanî» le layen xawenekeyewe «sałḧ qeftan» derçû, lam waye, her yek jimarey lê derçuwe.
22- «gelawêj», govarêkî edebî ’îlmî buwe, mangî carêk le «beẍda» derçuwe, le jimarey le kanûnî yekemî 1939 derçuwe, 10 sał jyawe, 105 jimarey lê derçuwe, le jimarey aẍsituzî 1949da, daxra, em govare çaktir edebî û ’îlmî kurd buwe.
23- «řûnahî», govarêkî edebî ḧefteyî buwe, le layen xawenekeyewe «celadet ’alî bedirxan» le «şam» be pîtî latînî û leser şêwey «botan» le tişrînî yekemî 1941 yekem jimarey derçuwe. em govare be řêkupêkî jyawe, ta le 1946da, daxra.
24- «dengî gêtî taze», govarêkî peyamî û edbî buwe, bałwêzxaney birîtanya le beẍda derîkirduwe, lepaşa be wêney govar yekem le tişrînî yekemî 1943 le beẍda derçuwe, tofîq wehbî û seyd ḧuseyn ḧuznî mukiryanî ser nûserî bûn . le seretay eylûlî 1947da ,îtir derneçû.
25- «řêy taze», govarêkî manganeyî buwe, le řewanî řûsya yekem jimarey le tişrînî yekemî 1943da derçuwe û be pîtî latînî enûsra, îtir nazanim çen jimarey lê derçuwe key pekî kewtuwe.
26- «nîştiman», govarêkî edebî pîlanî buwe, le mehabad - sabłax, mangî carêk derçuwe, yekem jimarey le ḧuzeyranî 1943 derçuwe, ta eylûlî 1945tenya 9 jimarey lê derçû û lewedwa pekî kewt. em govare zimanî komełey «ji .k» buwe.
27- «kurdistan» řojnameyekî edebî pîlanî - syasî kurdî û zimanî ḧałî ḧikûmetî «qazî muḧemmed» buwe, le nîwey dûhemî kanûnî dûhemî 1946 ta kanûnî yekem ’eynî sał her be dû řoj carê le şarî sabłax jimareyekyan lê der kirduwe. hemûy 113 jimarey lê der çuwe.
28- «řoja nwê» govarêkî ḧefteyî edebî buwe. leser şêwey botan be pîtî latînî yekem jimarey le layen xawenekeyewe kamîran ’alî bedirxan, le 3y eyarî1943 le beyrût derçuwe. em govare ta sałî 1946 jya û lewedwa pekî kewt.
29- «sitîr», govarêkî edebî ḧefteyî buwe. le ser şêwey botan be pîtî latînî yekem jimarey le layen kamîran ’alî bedirxan, le 6y kanûnî yekmî 1943 le beyrût derkirawe, ta sałî 1945 jya û lewedwa pekî kewt em gofareyan zortir piřupagendey ceng bû bo hawpeymanekan û be ferensizîş tyaya nûsra.
30- kurdistan, govarêkî edebî û pîlanî buwe, le payîzî 1945 ta kanûnî dûhemî 1946 be nawî komełey dîmukiratî kurdistanewe le sabłax 18 jimarey lê derçuwe û îtir pekî kewtuwe.
31- «hełałe», govarêkî edebî û pîlanî buwe bo liqî ḧîzbî dîmukiratî kurdistan; le 21y martî 1946 ta ḧuzeyranî ’eynî sał 3 jimarey le şarî bokan derçuwe.
32- «hawarî nîştiman», taqe jimareyekî be govar û ewanî tirî be wêney řojname, le layen lawanî kurdistanewe le sabłax le 1945-1946 çend jimareyekî lê derçuwe.
33- «nizar», govarêkî syasî-pîlanî ḧefteyî buwe. be zimanî ’erebî û kurdî le beẍda her panizde řoj carê jimareyekî derçuwe, xawen û sernewwiserî ’ela’eddîn seccadî buwe, yekem jimarey le 30 martî 1948 derçuwe, ta 15y şubatî 1949, 22 jimarey lê derçû û îtir daxra. em govare lapeřeyekî řûnakî le tarîxî syasî kurdida buwe.
34- «hewlêr», řojnameyekî edebî xwêndewarî حەفتەیییە. be zimanî kurdî û ’erebî le layen komełê mamostayanî liqî hewlêrewe be nawî komełe, yekem jimarey le 16y kanûnî yekemî 1950da le şarî hewlêr derçuwe. komełî mamostayan komełêke le 1943 le layen wezaretî me’arîfî ’êraqewe bo hemû mamostayanî me’arîfî ’êraq damezrawe. ew liqey le hewlêr le 1950da kirayewe, destey nûseranî em řojnameye «’ibdalimcîd ḧisin, ’izaldîn fîzî» û «estêr se’îd» buwe. le jimarey 89y řojnameke ke ber 30y eylûlî 1952 ekewê, «ḧuseyn řeşwanî» le şwên «’ibdalimcîd ḧisin» danîşt.